Di berdewamiya zêdebûna alozîyên leşkerî li Îranê de, artêşa Îsraîlê êrîşên esmanî yên berfireh birin ser binesaziyên peywendî û hêlên hesinî li çend bajaran.
Li gorî raporan, roja Sêşemê 18ê Xakelêweyê, pira peywendiyê ya li ser otobana Tewrêz-Zencanê hate armancgirtin û ew rê bi temamî ji aliyê polîsên trafîkê ve hate girtin.
Hevdem, pira Ezîmiye an "B1" li Kerecê ku dikeve rojavayê Tehranê, careke din hate armancgirtin. Ev pir berê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû keftibû ber êrîşê û niha cara duyem e ku zirar dît.
Li gorî raporan, nîvroya Sêşemê beşek ji hêla hesinî ya li Kerecê hatiye armancgirtin.
Her wiha, rêya kevin a Miyaneyê bo Tewrêzê li derdora saet 13:00an de hate lêdan û hatûçû li wê deverê rawestiya.
Di êrîşeke din de, hêla hesinî li bajarê Kaşanê zirarên giran dîtin.
Berpirsên fermî yên rejîmê hîn hûrgiliyên zêdetir derbarê asta zirarên giştî û armancên hûr ên van êrîşan belav nekirine.
Beriya niha, Îsraîlê di hişyariyeke lezgîn de hişyarî dabû xelkê navçeyên cuda ên Îranê ku heta saet 9ê şeva Sêşemê ji saziyên hêla hesinî dûr bikevin û geştên bi trênê encam nedin.