Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdarên Hişyarî Da: Bersiva Me Wê "Ji Derveyî Herêmê" Be

22:25 - 7 Nîsan 2026

Di daxuyaniya ku piştî nîvroya sêşemê, 7ê Nîsanê hate weşandin de, peywendiyên giştî yên Sipahê hişyarî da welatên ku wekî "şirîkên Amerîkayê" bi nav kirin. Sipahê gef xwar ku ew ê binesaziya van welatan wusa birûxînin ku "Amerîka û hevpeymanên wê heta bi salan ji neft û gaza herêmê bêpar bimînin."

​Sipaha terorist îdia kir ku heta niha wan sebreke mezin" nîşan daye û di hilbijartina armancan de hinek "têbînî û sînor" li ber çavan girtine. Lê belê, wan diyar kir ku ji niha û pê de "hemû ev sînor û têbînî wê bên rakirin."

​Ev daxuyaniya tund a rêjîma Îranê di demekê de tê ku Serokkomarê Amerîkayê heta sibê, çarşemê 8ê Nîsanê dem dabû Îranê.

Amerîkayê daxwaz kiriye ku: Tengava Hurmuzê ji bo hatinûçûnê bê vekirin.

​Serokkomarê Amerîkayê hişyarî dabû ku eger ev daxwaz neyên cih, artêşa Amerîkayê wê navendên enerjiyê û pirên Îranê bombebaran bike