N. Eskender Ceiferî
Her çend di mehên dawî de pevçûnên di navbera Îran û Îsraîlê de gihîştine asteke bêhempa jî, yek ji encamên herî mezin ên vê krîzê berfirehkirina çarçoveya pevçûnê ji hêla Îranê ve bo deverên ku di vê pevçûnê de bi pratîkî ti rolek wan tune ye. Herêma Başûrê Kurdistanê, ku bi salan hewl daye ku xwe ji pevçûnên herêmî yên li dijî Îranê dûr bixe, niha bûye yek ji armancên sereke yên êrîşên Îran û hêzên hevalbendên wê; rewşek ku ne tenê ji dîtin û ramana mirovî lê di heman demê de ji hizra mafên navnetewî jî hêjayî nirxandin û rexneyê ye.
Li gorî raportekê ku ji hêla Tîmên Aştiyê yên Civakî ve li Kanadayê hatiye weşandin, di mehekê de, herî kêm 474 êrîşên Îran û komên girêdayî wê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Ev statîstîk bi zelalî nîşan didin ku em bi meyleke sîstmatîk û armancgirtî re rû bi rû ne. Wate ew êrîş, ne tenê êrîşên bêserûber an bertek in. Ji van, 179 êrîş rasterast ji hêla Îranê ve û 295 ji hêla komên çekdar ên hevalbend ên wan li Iraqê ve hatine kirin, komên ku bi bandor wekî wekîlên Tehranê li herêmê tevdigerin.
Balkêşiya erdnîgarî ya van êrîşan jî pir girîng e. Zêdetirî 78 ji sedî ji êrîşan li parêzgeha Hewlêrê qewimîne, herêmek ku ne qada şer e û ne jî gefek rasterast ji bo Îranê ye. Ev yek îdiaya fermî ya "armanckirina gefên ewlehiyê" dixe ber pirsyarê û nîşan dide ku çarçoveya armancên Îranê ji çarçoveyên parastinê pir zêdetir hatiye destnîşankirin.
Ji dîtingeha mirovahiyê ve, encamên van êrîşan pir xemgîn in. Li gorî heman raportê, hejmara giştî ya qurbaniyan li Kurdistanê zêdetirî 100 kesan e, ku ji vê hejmarê, herî kêm 14 kes hatine şehîdkirin û zêdetirî 90 kesan birîndar bûne. Ji bilî van qurbaniyan, pêşesaziya sivîl jî bi giranî zirar dîtiye, ji xanîyên niştecîbûna sivîlan bigire heya navendên perwerdehiyê, ku li hin deveran neçar mane ku werin girtin. Ev rastî, nîşan dide ku sivîl, armancên sereke yên van êrîşan in.
Lê dibe ku xala herî girîng nakokiya eşkere di navbera livînên Îranê û rastiyên li ser erdê de be. Di salên dawî de, Herêma Kurdistana Başûr ne tenê gef li ser Îranê nebûye, lê di rastiyê de siyasetek hişyar û bêalî şopandiye. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî, tevî nakokiyên wan ên dîrokî bi Tehranê re, ji bo ku hincetê nedin Îranê, bi piranî ji çalakiyên çekdarî dûr ketine. Lêbelê, ev sînordarkirin ne tenê nebûye sedema kêmkirina aloziyê, lê di heman demê de bi zêdebûna êrîşan re jî rû bi rû maye.
Ev rewş hin pirsyarên bingehîn derdixe holê: Armanca rastîn a van êrîşan çi ye? Ger îdiaya "parastina pêşwext" rast be, çima deverên sivîl û navçeyên aram dibin armanca wan êrîşên Îranê? Û heke armanc astengkirin be, gelo zext li ser herêmekê ku bi rastî bêalî bûye, dikare ewlehiyek mayînde biafirîne an jî tenê çerxa nû ya pevçûn û nearamiyan li Rojhilata Navîn gur dike?
Gelek çavdêr, van êrîşan wekî beşek ji şerê berfirehtir ê milesên alîgirên Îranê li navçeyê şîrove dikin, stratêjiyek ku Tehran hewl dide bandora xwe bi rêya wan koman ve zêde bike. Pirsgirêk ev e ku ev siyaset, bi taybet li Iraqê, bûye sedema têkdana serweriya netewî û berfirehbûna dabeşbûnên navxweyî. Herêma Kurdistanê, ku heya niha yek ji herêmên herî aram ên Iraqê bû, niha di metirsiya kişandina nav wan nakokiyan de ye ku di afirandina wan de tu rolek nebûye.
Li gor mafên navnetewî, dijwar e ku mirov rewatiyê bide êrîşên berdewam ên li ser beşek ji axa dewletek serbixwe. Ev kiryar ne tenê serweriya Iraqê binpê dikin, lê di heman demê de metirsiya normalbûna tevgerên weha li herêmê zêde dikin; rewş û riftareke serbazî ya nehêja ku dikare bandorên berfirehtir li ser ewlehiya Rojhilata Navîn bike.
Di dawiyê de, tiştê ku îro li Herêma Kurdistanê diqewime ne tenê krîzek herêmî ye; ew nîşan dide ku Îran dixwaze şer bibe deverên ku berê hewl didan jê dûr bisekinin. Berdewamiya vê riftarê, ne tenê ewlehiya Herêma Başûrê Kurdistanê, lê di heman demê de gefê li aramiya tevahiya Iraqê û derveyî wê jî dike.
Ger dawî li êrîşên Îranê neyê, dibe ku Kurdistan bibe mînaka herêmekê ku bi nexwestî ketiye nav şerekî ku qet hilnebijartiye.