N. Dr. Mîro Eliyar
Li pey peydabûna şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, di nav Kurdên Rojhilat de du nêrîn û xwendinên cuda derketin holê: Partî û beşek ji çalakvanên siyasî ragihandin ku ew şer, ne şerê me ye.
Beşekî din li ser vê bawerê ne ku ew şer, şerê me ye jî; ji ber ku li dijî Komara Îslamî ye ku tepeserkarê gelê Kurd e û yên ku hatine kuştin û tên kuştin, 47 sal in me dipelçiqînin, rehmê bi piçûk û mezinên Kurdan nakin û mafên Kurdan binpê dikin. Lawazkirina rejîmê di berjewendiya Kurd de ye û derfetekî baş bo Kurdan afirandiye ku di eniya Amerîka û Îsraîlê de bikevin nav şer de.
Bi baweriya min, bi hemû van nêrînên rast û di cih de jî, kuştina komek ji berpirsên siyasî û leşkerî yên rejîmê bi awayekî otomatîk şer nake şerê Kurdan jî, lê belê dike derfet!
Beşek ji alozî û cudahiya nêrînan dibe ku vegere bo cudabûna naveroka du têgeheştinên şerê hevpar û derfetê ku li şûna hev tên bikaranîn.
Heke armanca wî şerî, bi biryardarî rûxandina Komara Îslamî û piştgirîkirina li hatineserkara sîstemeke demokratîk ba, wê armanca hevpar Kurd jî dikir şirîkê şer. Wê demê, dikaribû gelek rîskan bide ber çavê xwe. Lê armanca ragihandî ya şer ne rûxandina rejîmê ye.
Ji bo zelalbûna mijarê, bila em hest û sozê vêde danên û bi çend pirsan ji mentiqê alîkariyê bixwazin:
Donald Tiramp çend caran mehta rêberên "zîrek û têgihiştî" yên niha yên Komara Îslamî kiriye, danûstandinê bi wan re dike û bi niyet e ku bi wan re li hev bike. Herwisa, Tiramp bi eşkere ragihand ku şerê wî bi Komara Îslamî re ne ji bo dabînkirina demokrasiyê ye, ji bo wê ye ku rejîm nabe bibe xwediyê çekên navokî! Roja 13’ê Gulanê ya 2026’an jî Wezîrê Şer ê Amerîka ragihand: " Yêk ji armancên Amerîka ev e, ku Komara Îslamî negihe çekên navokî."
Baş e, heke li hev bikin û Komara Îslamî bimîne, ma em her dibêjin "şerê me ye jî"? Heke wisa be, me şer ji bo guhertina zordariya li ser xwe kiriye û me şer ji bo şer kiriye!!
Herwisa, çend roj berê nûçeyek belav bû ku karbidestên Amerîkayê li ser daxwaza Îsraîlê çend caran bi Riza Pehlewî re rûniştine. Em dizanin ku Îsraîl jî bi eşkere û bi dizî alîkariya seltenetxwazan dike.
De, heke sibe bi kûdetayê Riza Pehlewî anîn ser desthilatê, ma di wê rewşê de jî rewa ye em bêjin "ew şer şerê me ye", bê qeyd û şert?!
Amerîka jî dizane ku heke rejîm di wî şerî de "qisir" derkeve, ji bo xelkê Îranê bi giştî û bi taybetî ji bo neteweyên ne-Fars û ji ber buxtanên kak Tiramp bi taybetîtir bo Kurdan, dê bibe karesat.
Nexwe, di wî şerî de armanc û pirsa piştî bidawîbûna şerî bo me Kurdan diyarker e û divê li ber çav bê girtin.
Paşê, gelo di destpêkirin û bidawîkirina şerî de roleke me hebûye û dê hebe? Gelo Amerîka bo sazan bi Tehranê re pirsyarekê bi me dike û daxwazeke me li ber çav digire? Li ser êrîşên berdewam ên rejîmê bo ser partiyên me dengê xwe derdixe û pêvajoya rêkeftina bi rejîmê re rawestîne? Heya rawestandina êrîşên ser Kurdan dike mercekî rêkeftinê?
Li ser erdê waqîî ne bi dirûşm, gelo Kurd ew hêz e ku çarenûsa şerî biguherîne, ji Kurdistanê hezar kîlometre bibire û biçe Tehranê rizgar bike? Heke ew hêz e, çawa ye tevî xebat û qurbanîdanekî zaf, 47 sal in rejîm di cihê xwe de ye?!
Em hemû dizanin ku bersiva hemû van pirsan negatîf e! Her ku li hev kirin, karê Amerîkayê bi Kurdan namîne û wê demê Tiramp dibêje: "Min pere û çek dane wan ku şer ji min re bikin" – tişta ku ji Kurdên Rojavayê re jî got!
Diyar e gazinde kirina ji Amerîka û Îsraîlê û daxwaza parastinê ne di cihê xwe de ye. Tu welatek partiyên Kurdistanî bi wê belavbûn û perîşaniya niha wekî hevpeyman û hêzeke bi bandor nabîne ku xwe li ser xirab bike. Kurd xwe wekî "şerkerê baş" nasandiye, ne wekî tevgereke siyasî ya demokratîk û xwedî stratejî. Loma, Amerîka û Îsraîl jî Kurdan tenê bo şer dixwazin.
Amerîka heta amade nebû ku rawestandina êrîşa ser partiyên Rojhilat bike mercekî lawekî yê agirbesta bi Îranê re!
Êraq û Kurd dema xwe de li dijî Îranê di şer de bûn, lê ew jî ne şerê Kurd bû, çun armanca şeran cuda bûn. Derfetek bo partiyan afirî bo bihêzkirina xwe û tevgerîn di beranberî Komara Îslamî de ku jê sûd wergirtin.
Her wê demê Şehîd Dr. Qasimlo di daxuyaniyekê de ragihand ku: "Heke Komara Îslamî amade be xudmuxtariyê di yasaya bingehîn de bi cih bike, em amade ne mil bi milê artêşa Îranê sinûran biparêzin. Wateya wê helwestê ew e ku Kurd şer bo maf û dabînkirina berjewendiya xwe dike, ne ji bo xudî şer.
Nexwe, em dikarin bêjin wî şer jî derfetek bo Kurdan afirandiye. Lê axir derfet jî ji xwe re nabe destkeft û maf: Tu dibe bikaribî sûdê jê derfetê wergirî. Gelo bi vê rewşa niha, Kurd şiyana sûdwergirtina ji wê derfetê heye? Bersiva wê pirsa girîng dibe ku karnameya "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" bide:
Gelo "Hevpeymanî" di wê rewşa dijwar de kariye nûnertiyeke hevpar pêkbîne ku di asta navneteweyî de zimanê Kurdê Rojhilat be? Hêza pêşmergeyê partiyên endamên hevpeymaniyê li hev civandiye? Planeke hevpar bo roja vegera bo Rojhilat û birêvebirina Kurdistanê darêştine ku her li ser sînor tûşî pevçûnan nebin? "Hevpeymanî" heta nekarî bi beyaneke hevpar gotinên Tiramp ên derbarê pêdana çekan bi partiyan red bike (her partiyekê bi cuda daxuyanî dida!). Di civîna Îraniyan de li Londonê, sê aliyên "Hevpeymaniyê" beşdar bûn, lê ne tenê nûnertiya hevpar bo wan nehatibû diyarkirin, heta hevahengî jî nebû û her yekî gotinek dikir. Wekî ku çûbin Farsan dildar bikin ku em Kurd şiyan û îradeya me ya yekgirtinê nîne û bi dengekî parastina mafên xwe nakin!
Derfet bi zerfiyet û hêz û stratejiya hevpar sûd jê tê wergirtin; faktorek ku di cîhan û têkiliyên îro de tu aliyek, heta zilhêz jî, jê bêniyaz nîn in û berdewam hewl bo didin. Bi dirûşman tiştek ji derfetê şîn nabe.
Girîng: Xebata rizgarîxwaz divê li gorî ewlewiyetê gavan biavêje û di serî de pêwîst e nexşeya mala xwe rêk bixe û yekgirtî û tebayî di nav rêzên xwe de dabîn bike, wê demê dibe hêza xwedî hitbar tê hesibandin.
Nexwe her aliyek tûşî wê tewehuma kujer bibe ku bi tenê dikare bersivderê rewşê be û li ser kêşeyên çaverêkirî zal bibe, digel xwe, tevger û berjewendiya Kurdê Rojhilat di qopiyê de niqum dike.
Çek û hêza leşkerî girîng in, lê girêdana çarenûsa tevgera Kurdistanê tenê bi çekê û dîtina îtibar û rizgariyê tenê di lûleya tifingê de, her karesatê jê derdixe. Heke me ew kir, her wekî tîmeke çekdar em tên dîtin û pir bi hêsanî tên wêdedan û muamile li ser me tê kirin bêyî ku lêçûnek bo bazirganîker hebe. Her ew ji me re dimîne em hawar bikin îxanet li me hatiye kirin û yêdin û yêdî sûcdar bikin!
Gelo hevahengiyek di navbera hêzên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê de heye? Heke em wê eslê li ber çav bigirin ku bûyerên parçeyên Kurdistanê bandora rastewxwe û nerastewxwe li ser hevdu hene, girîngiya hebûna wê hevahengiyê heyatî û faktorekî diyarker e.
Bûyerên çend mehên borî careke din bi zelalî nîşan da ku aliyên biryarder ên şer, nizanin li Rojhilatê Kurdistanê muxatebê wan kî ye û berê xwe bidin ku derê. Werin li şûna ku em axê li çavên xwe bikin, bi hêza xwe ya yekgirtî li ser wê rewşê zal bibin.