N. Îbrahîm Lacanî
W. Sîmîn Rûhanîzade
Di wan heftî û mehên dawî de, rewşa mafên mirovan li Îranê heta diçe zêdetir dibe cihê nîgeraniyê. Nûçeyên ku ji navxweyê welat tên belavkirin, nîşan didin ku pêvajoya darvekirin û cezaya îdamê ya girtîyan bi lezgîniyek zêde berdewam e. Gelek ji girtiyên siyasî û kesên ku di tevgerên nerazîbûna xelkê de hatine girtin, niha bi metirsiyeke cidî û nêzîk a darvekirinê re rûbirû ne. Ev tenê li derheq wan kesan nîne ku di xwepêşandan û tevgerên dawî de beşdar bûne û hatine girtin, belkî ew girtîyên ku çendîn salin bi tohmetên siyasî di girtîgehan de ne û niha piştî demeke dirêj a bêdengiyê ji aliyê dezgeha dadweriyê ya rejîmê ve tên cezadan û cezayên giran bi ser wan de tên sepandin.
Piştî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Komara Îslamî de, çavnihêriya vê yêkê dihate kirin ku rewşa ewlehî li Îranê û bi taybetî li Kurdistanê de kêmtir bibe. Lê hemû belge nîşan didin ku ne tenê zilim û tepeserkirin kêm nebûye, belkî li hemû Îranê û bi taybetî li hin herêman zêdetir jî bûye.
Girtin û birina xelkê, danîna xalên vekolînan li şeqam û kolanan û cihên giştî, sepandina cezayên giran li ser girtîyan, çavdêriya polîsan li ser her cure çalakiyên medenî, qutkirina înternetê û sepandina tarîtiya dîcîtalî li ser xelkê, givaş û zext li ser malbatên girtîyan, gef xwarin li rojnamevan û çalakvanên siyasî û medenî, hemû wek nîşaneyên tundtirbûna siyaseta ewlehiyê û milîtarîzekirin û tepesrkirinê tên hesibandin.
Ev rewş, li Kurdistanê pir berfirehtir û tundtir e. Rejîm herdem Herêma Kurdistana Îraqê bi mûşek û dronan bombebaran dike. Kampên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê tên armanc girtin û bi mûşekan tên lêdan, û bi wê sedemê heta niha gelek kes aware û mişextî bûne û hejmarek jî şehîd û birîndar bûne ku di nav wan de jin û zarok jî hene. Ev yeka binpêkirina yasa û normên navneteweyî ye.
Di heman demê de, nûçeyên nîgeranker li derheq rewşa nava girtîgehan de belav dibin. rewşa jiyan û derbaskirina rojane di girtîgehan de, digel standardên cîhanî û prensîpên mafên mirovî yek nagire. Girtî di rewşên ne saxlem, qerebalix û bê îmkanat de hatine ragirtin. Ji xizmetguzariyên dermankirin û tenduristiyê hatine bêparkirin, û di bin givaşên hindirî û cesteyî de ne, tên îşkence û eziyet kirin, Nikarin parêzerên serbixwe hebin, Ji bo demeke dirêj di bin lêpirsîn û lêkolînan de tên hiştin, Li malbatên wan gef tên xwarin û bo cihên nediyar tên veguhestin.
Tevî hebûna wê rewşa nebaş ku me bas kir, rejîmê pêla nû ya girtin û tirsandina xelkê dest pê kiriye. Çalakvanên jîngehî, çalakvanên medenî, kedkar, xwendekar, mamoste û hemû ew kesên ku berevaniyê ji azadiya mirovan dikin, bi kom tên girtin û bo girtîgehan tên veguhastin. Eva nîşan dide ku ev tepeserkirine tenê li dijî çalakvanên siyasî nîne, belkî gelek ji çalakvanên medenî, pîşeyî û sendîkayî jî li xwe digire.
Di rewşeke wiha de, divê civaka medenî, kom û saziyên parêzer û alîgirên mafên mirovan û raya giştî ya navxwe û derveyî welat, ji bo rawestandina vê rewşê roleke çalaktir bilîzin. Parastina girtîyên siyasî û sekinîn li dijî darvekirinê, ne tenê berpirsiyariyeke exlaqî ye, belkî gaveke hewceye ji bo parastina rûmet û kerameta mirovan û pêşîgirtin ji zordarî, tepeserkarî û tundûtûjiya dewletî. ezmûna welatên din û ezmûnên me xwe jî nîşan didin ku givaşa navxweyî û navneteweyî gelek caran dikare pêşî li cîbicîkirina cezaya darvekirinê bigire û bibe sedema baştirbûna rewşa nav girtîgehan de.
Kom û saziyên navneteweyî, sendîka û yekîtiyên kedkarî û pîşeyî, rêxistinên jinan, ciwanan, xwendekaran û hemû alîgirên mafên mirovan, dikarin di vê derheqê de çalakî û hewildanên hevaheng hebin, dikarin daxwaza şandina komîteyên navneteweyî ji bo serdana girtîgehan bikin, dikarin daxwaz bikin ku welat û dewletên din givaşên dîplomatîk li ser Îranê zêde bikin, daxwaza baykotkirina berpirs û karbidestên rejîmê bikin, dikarin malbatên girtîyên siyasî biparêzin û bi belavkirina daxuyanî û nivîsandina raporan li derheq rewşa girtiyan de, bibin sedema kêmkirina givaşa derûnî û cesteyî li ser girtîyên siyasî û girtîyên din ên tevgerên nerazîbûnê.
Di dawiyê de divê em balê bikişînin ser vê yekê ku parastina girtîyên siyasî û sekinîn li dijî darvekirinê, beşek ji berpirsayetiya me ya hevpara e. Dema ku piraniya wan girtîyane nikarin dengê xwe bigihînin derve, li ser me hemûya hewceye ku em bibîn dengê wan û hawara wan bigihînin cîhanê. Heta ku sepandin û cîbicîkirina cezaya darvekirinê neyê sekinandin, îşkence di girtîgehan de bi dawî neye û girtîyên siyasî neyên azadkirin, kar, têkoşîn, hewl û xebata me di vê pêywendiyê de divê her berdewam be. Parastina rûmet û keremeta mirovan û maf û azadiyên bingehîn ên mirovan, erkek e ku di ti rewşekê de nabe bê ji bîr kirin.