Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bûyereke hatinûçonê de zêdetir ji 12 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan

08:14 - 15 Çirriya paşîn 2026

Li bûryere cergbir a hatinûçonê de li nêzî Dêhloranê ser bi parêzgeha Îlamê, zêdetir ji 12 kedkarên şirketa neftê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 16 kedkarên din jî birîndar bûne lê amara serast a qurbaniyên vê bûyerê û birîndaran hêj bi serastî nehatiye zanîn û ev amar destpêkî ne.

Pêka dawî zanyariyan Otobûsa hilgirê kedkaran ku pitir xelkê bajarê Avdanan û Mormoriyê yên şirkte petropalavtingeha NGL a Dêhloranê ne, li roja Şemiyê 14ê Çiriya Paşîn de li demjimêr 7 û 23 xulekên şevê, li 10 kîlometriya rêya Mormorî-Deşta Ebasê” de li rêya gundê “Segir” û derdora bîrên nefta devera Dêhloranê li parêzgeha Îlamê, vergeriyaye.

Pêka gotina polîsê rê yê rêjîmê, birîndarên vê bûyerê bo nexweşxaneyên bajarê Dizfûlê hatine veguhastin û çendîn girtevîdyo li veguhastina wan birîndaran bo bajarê Avdananê belav bûne.

Heta belavbûna vê nûçeyê rewşa birîndaran li nexweşxaneyan de nehatiye zanîn û egera vê heye rêjeya canjidestdanên li vê bûyerê de biguhere.

Heta niha nasnameya 9 kes ji canjidestdayiyên vê bûyerê hatiye zanîn ku Ajansa Kurdpayê belav kirine.