Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Abdananê di şîna ciwanên xwe de ye

08:30 - 16 Çirriya paşîn 2026

Roja 24’ê Mijdara 1405’an, bajarê Abdananê bi tevahî ketiye nav şîn û xemgîniyeke giran. Piştî bûyera cihê xembariyê a wergerîna otobûsê, û canjidestdana 12 kesan û birîndarbûna çendîn kesên din, hemû bazar û dikanên bajêr wekî rêzgirtin û hevparîya xema malbatên qurbaniyan hatin dayêxistin. Dikandaran deriyên dukanên xwe girtin da ku piştgiriya xwe ji bo wan malbatan nîşan bidin ku zarokên wan êdî venagerin malê.

Ev girtina bazarê ne tenê rawestandina kar e, belku qêrîna êş û nerazîbûna bajarekî ye ku ciwanên xwe winda kirine.

Di bêdengiya bazarê de, dengê êş û gazinan tê bihîstin. Rêyên xirab, maşînên bê kuwalêt û guhnedana bi ewlehîbûne sedema vê karesata mezin.

Îro Abdanan ne tenê ji bo 12 kesan, belku ji bo hemû xelk, malbat û jiyanên ku bi wan sedeman dibin qurbanî, şînê digire. Xelkê bajêr tekez dike ku divê ev êş û karesat bi tenê bi çend peyamên sersaxiyê neyê jibîrkirin û sebebkar bên dîtin.

Gelek caran xelk rêkên Kurdistanê bi sedema xirabiyê û guhnedana bi standardên hatin û çonê, bi rêkên mirinê binav dikin.