Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heftemîn salvegera xwepêşandanên Xezelwera 98'an li Îranê

08:55 - 16 Çirriya paşîn 2026

Li gorî raporan, heftemîn salvegera xwepêşandanên seranserî yên sala 1398'an bi avayên cuda tête bibîranîn.

Ev nerazîbûn di destpêkê de ji ber sê qat zêdebûna bihayê benzînê dest pê kir û ji 24 heta 29'ê Xezelwera 1398'an li bajarên mezin û biçûk belav bûn. Di dema xwepêşandanan de înternet hat qutkirin û dirûşmên xwepêşanderan zû ji pirsgirêkên aborî derbasî daxwazên siyasî bûn. Herwisa tê diyarkirin ku bajarên wekî Ehwaz û Bender Mahşehrê bûn şahidê pevçûnên dijwar û rêjîmê cinayetên dijî mirovahiyê encamp dan.

Ji aliyekî din ve, bal kişand ser rewşa malbatên qurbaniyan û girtiyên siyasî yên wê demê. Li gorî raporta Komeleya Mafên Mirovan a Îranê, gelek malbatên ku daxwaza zelalkirina sedema kuştina zarokên xwe kirine, rastî zext û girtinê hatine. Herwisa dehan û sedan girtiyên wê demê niha jî di reşçal û girtîgehên rêjîmê de ne, bi sedan kes niha jî bêserşûnin, ku malbatên wan çi zaniyarî li ser qedera wan nînin. Bi hezaran kes bi guleyan ji aliyê rêjîmê ve hatin kuştin ku heta rêjîmê termê wan kuştiyan jî nedaye malbatên wan.

Di 7 mîn salwegera serhildana Xezelwrê de, yad û xwîna qurbaniyan bilind tê ragirtin û bi awayên cuda merasimên bîranînê tên lidarxistin.

Vê buyer û nerizayetiyê wekî xaleke werçerxanê di dîroka nerazîbûnên xelkê Îranê de, karî stûnên kela dîktatoriyê bilerzîne û nerewatiya wê rêjîmê bo hemî dunyayê bide xuya.