Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amarên fermî qeyrana kûr a aborî, bêkarî û daketina nifûsê li Îranê nîşan didin

09:34 - 16 Çirriya paşîn 2026

Li gorî amarên fermî yên saziyên dewletî yên Îranê, rewşa aborî ya welêt di warên bêkariya ciwanan, avakirina malbatan û çêkirina avahiyan, anku saxt û sazê de rastî daketineke dîrokî hatiye.

Navenda Amaran a Îranê ragihandiye ku di bihara sala 1405’an de rêjeya bêkariyê di nav ciwanên 15 heta 24 salî de gihîştiye ji sedî 23,4’an. Herwisa bêkarî di nav ciwanên 18 heta 35 salî de li gorî sala borî ji sedî 21 zêde bûye û gihîştiye ji sedî 17,5’an.

Ji aliyekî din ve, li gorî daneyên Rêxistina Tomarkirina Nifûsê, ji ber tewerom û rewşa xirab a aborî, hejmara jidayikbûnê di sala 1404’an de li gorî sala 1395’an ji sedî 41,6 daketiye û ji milyonek û 528 hezarî daketiye 892 hezarî, herwisa rêjeya zewacê jî ji sedî 39 kêm bûye.

Di heman demê de, li gorî amarên Banka Navendî, pirojeyên avahîsaziyê gihîştiye asta herî nizm a 36 salên dawî. Destpêkirina avakirina avahiyên nû nêzîkî ji sedî 40 kêm bûye û veberhênana taybet jî ji sedî 18 daketiye, ev yek jî hêviya welatiyan a ji bo kirîna xaniyan dijwartir dike.

Ev amarane li demekê de li ser wê rewşa xirab ji aliyê rêjîmê ve tên belavkirin ku bêguman amarên rastî rewşê gelek ji vê xirabtir nîşan didin.