Kesên ku bi televîzyon û medyayên biyanî yên farisîaxêv re hevkariyê bikin, 6 meh heta 5 salan dê ji xizmetguzariyên civakî bêpar bimînin.
Nûnerek Meclîsa rejîma Îranê roja yekşemî, 24ê Xezelwera 1405an di dema nîqaşkirina teriha «Berxwedana li dijî destwerdana biyaniyan» de, pêşniyara zêdekirî ya made 12 jî pejiranin.
Li gorî vê erêkirinê, kesên ku bi medyayên biyanî yên farisîaxêv re hevkariyê bikin, yên ku wekî «kargêrê biyanî» hatine binavkirin, heke ji bo wan cezayekî giran jî neyê diyar kirin jî, 6 meh heta 5 salan ji xizmetguzariyên civakî dê bêpar bimînin û cezayê pereyan jî yên pile sê dê bi ser wan de bê sepandin.
Ev gav di berdewamiya tedbîrên Îranê de ye ku ji bo sînordarkirina qada medyayê û kontrolkirina belavbûna azad a zaniyariyan tên girtin. Rexnegir dibêjin ku ev yasa dê bibe sedema belavbûna xwe sansûrkirinê, sînordarkirina kar û xebata pîşeyî ya rojnamevanan û zêdebûna givaşan bo ser çalakvanên medyayê.