Li dirêjeya givaşên ewlehî û tepeserkare rejîma Komara Îslamî bo ser navendên zanistî, aliyê kêm 20 xwendekarên kolêjên Farabî a zanîngeha Tehranê bo Komîteya Înzîbatî hatine gazîkirin û sê xwendekarên din jî hatine girtin.
Li gorî raporta Nûçegihaniya Hêranayê, li zarê xwendekarên yekgirtî ve, li heyama çend mehên derbasbûyî de aliyê kêm 20 xwendekarên zanîngeha Farabî a zanîngeha Tehranê rûbirûyê reftara Înzîbatî a berpirsên zanîngehê bûne û dosiyên wan bo Komîteya Înzîbatî a wê zanîngehê hatine veguhastin.
Her di wî heyamî de, sê xwendekarên wê navenda zanistî ji aliyê hêzên tepeserkar ve hatine girtin, herçend her sê xwendekar piştî heyamekê hatine berdan, lê piroseya lêkolîn û pêregeheştinê bi dosiyên dadwerî li dadgehên rejîmê de heya niha berdewam e.
Çavkaniyên xwendekarî îşarê bi vê dikin ku navendên ewlehî û hêzên besîc bi awayekî berdewam li nav jîngeha navxweyî a zanîngeha Farabî a zanîngeha Tehranê de amade ne û destêwerdanê li karûbarên xwendekaran de dikin.
Heya dema belavbûna wê nûçeyê, tu zaniyariyek hûr li ser nasnameya xwendekarên gazîkirî û girtina wan, sedemên pêkanîna dosiya Înzîbatî û dadwerî, dema girtinê û ew sizayên ku eger heye bi ser wan de bê sepandin, nehatiye belavkirin.