Li berdewamiya kirîza biryardanên xoserane li Îranê de “Îsmaîl Koserî” endamê komîsiyona ewlehî û siyaseta derve ya meclîsa rêjîmê gotiye ku nabe rêjîma Îranê derfeta lêkêkolîn an çona bo nav damezraweyên navkî yên rêjîmê bide lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, meger ji guherîna reftar û dîtingeha wan erxahîn bibin.
Wî nûnerê meclîsa rêjîmê, Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi hevkarîkirina zanyariyan bi Amerîka û Îsraîl tawanbar kir.
Navbirî rewatiya lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî birê jêr pirsyar û gotiye ku dibe ji wan lêkoleran bê pirsîn ku gelo hûn karmendên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ne, an sîxurên Amerîka û Îsraîlê.
Wî nûnerê rêjîmê îdia kiriye rapora Rafaêl Girûssî rê bo êrîşên Amerîka û Îsraîlê xweş kiriye û rapora wî bi sexte binav kiriye û ev bi tawanbar zaniye.