Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa metirsîdar a cotiyar û werzîgarên Kurdistanê li saya siyasetên rejîmê

10:12 - 16 Çirriya paşîn 2026

Siyasetên abûrî ên şikestxiwarî yên rejîma Îranê, bihatiya bêmînak û nebûna piştgîriya karbidestan, kerta werzêriyê û bijîva werzêrên Kurdistanê xiste lêva hiloşînê û ewlehiya xorakî xistiye jêr metirsiyê.

Ligel destpêkirina werza çandiniyê de, bilindbûna çed qatî a nirxa Kûda şîmyayî, tov û rûnê emraz û dezgeh û maşînên çandinî û werzigariyê, xercê berhemanînê bi qasekê zêde kiriye ku çiyê din cotiyaran şiyana dabînkirina hewcehiyan nîne.

Hevdem nirxa kuda fosfat bo her kîseyekê gihaye pitir li 7 milyon Tumen û nirxa rûnê tirektorê ji 5 Milyon Tumen bilind bûye bo 25 milyon tumenî.

Eva jî di halekê de ye ku Kûda azûte li navxweyê Îranê de tê berhemanîn û kargeh li bacê hatine bexşîn, lê guherîna sîstema dabeşkirinê li werzê Payîzê de zirarên giran bi werzêrên Kurd gihandiye.

Bilî vê, diyarînekirina nirxa kirîna genim bi awayekî dadperwerane û hekî nirxa kirînê li 100 Hizar Tumenî kêmtir be, berhemanîna genim tu mifaheke abûrî nabe.

Piştguhxistina bizanebûn a deverên kurdistanê, jiyana abûriya cotiyar û werzîgaran dijwar kiriye û metirsiya jidestçona çavkaniyên dahat û jinavçona jîngeha deverê jê keftiye.