Gemiya navkî ya balafirhilgira “USS Theodore Roosevelt” digel çendîn gemiyên şerker ên digel vê gemiyê, li roja Yekşemî 15ê Çiriya Paşîn, gihîştine ser avên Rojhilata Navîn ku li jêr fermana CENTCOMê de erkên xwe bi rê ve bibin.
Gemiya balafirhilgira “USS Theodore Roosevelt” sêyemîn gemiya balafirhilgira Amerîka li Rojhilata Navîn de ye û bilî vê, gemiyên balafirhilgirên “USS George H.W. Bush û USS George Washington” digel 10an gemiyên şerkere din li Rojhilata Navîn de ne.
Rojnameya “The New York Times” tevî belavkirina vê nûçeyê ragihand ku yekem car e piştî şerê Îraqê li sala 2003 a Zayînî de Amerîkayê hevdem 3 gemiyên balafirhilgir li Rojhilata Navîn de cihgîr kirine.
Zêdebûna rêjeya hêz û şiyana operasiyoniya serbazî ya Amerîka li devera Rojhilata Navîn li halekê de ye ku her carê berpirsekî rêjîmê xosearne gef ji aliyeke cîhanê an rêberê welatekî dike û ev gefxwarin û îdiayên çewt ên rêjîmê her berdewam in û hinek car îdiayên wan dijhev in.