Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelaleya nû a rêjîmê bo girankirina Nan û birsîkirina zêdetir a xelkê

08:51 - 18 Çirriya paşîn 2026

Di çarçoveya plana nû ya hikûmetê de ku li hin bajaran wekî ceribandin hate destpêkirin, sîstema du-nirxî ya Nan li gelek bajaran tê cîbicîkirin. Rojnameya Kayhan jî neçar ma ku piştrast bike ku ev proje bi dizî ve tê meşandin.

Li gorî hûrgiliyên ku di nûçeyan de cih girtine, sîstema heyî ya Ard ji bo her kesî mehê bi qasî 7 heta 8 kîlo hatiye diyarîkirin ku ev jî nêzîkî 70 nanên lavaş dike. Piştî ku ev sehmiya diyarîkirî tewaw dibe, welatî neçar in ku nanê zêde bi bihayekî azad û pir bilind bikirin.

Ji bo mînak, bihayê nanekî lavaş bi bihayê dewletî li derdora 2.700 Tûmenan e, lê bihayê wî bi azad digihîje nêzîkî 9.900 Tûmenî. Ev rewş dibe sedema wê yekê ku xecê kirîna 20 nanên din bigihîje nêzîkî 198 hezar Tûmenî. Ev plan ku berê li bajarên wekî Ehwaz, Zencan, Şadegan û Bêhbehanê hatibû ceribandin, niha li herêmên din jî belav dibe.

Ev pêngav ne siyaseteke aborî, belkî birsîkirina xelkê ye ku ji ber kirîza aborî perîşan û her bi dû nan de bigerin.