Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di navbera rêjîma Îranê û welatên Kendavê de alozîyên nû derketin

09:00 - 18 Çirriya paşîn 2026

Fermandarîya Giştî ya Hêzên Parastina Behreynê ragihand ku sîstemên wan ên parastina esmanî çend êrişên esmanî yên ku ji alîyê Komara Îslamî ve hatine kirin, têk birine.

Wezareta Navxwe ya Behreynê jî hişyarî da welatîyan ku xwe bigihînin cihên ewle. Ev bûyer piştî wê yekê hat ku Spaha Pasdaran a rêjîma Îranê îdia kiribû ku wan sîstemeke radarê ya Amerîkayê li bingeha Şêx Îsa kirîye armanc.

Li alîyekî din, Casim Mihemed El-Bidêwî, Sikirtêrê Giştî yê Encûmena Hevkarîya Kendavê, daxwaz ji Îranê kir ku êrişên li ser Behreynê û destwerdana di karûbarên navxweyî yên wî welatî de rawestîne. El-Bidêwî tekez kir ku li gorî peymana parastina hevbeş, her êrişek li ser endamekî encûmenê wekî êriş li ser hemû endaman tê hesibandin.

Hevdem, Ser erkanê Artêşa Kuweytê eşkere kir ku sîstemên wan ên parastina esmanî rûbirûyî dronan bûne. Artêşa Komara Îslamî di daxuyanîyekê de îdia kir ku wan bi dronan bingeha Elî El-Salim a hêzên Amerîkî li Kuweytê kirîye armanc, lê artêşa Kuweytê ev îdia piştrast nekirîye.