Pêka çendîn raporên belavbûyî û herwisa raporên belavbûyî li ragihandinên ser bi rêjîmê, çendîn teqînên mezin li girava Qişimê de qewimîne û pêka gotina berpirsên rêjîmê li wan teqînan de ti xisarekî canî nebûye û xisar bi binayên medenî û jêrxanan neketiye.
Li raporan de hatiye ku 5 an 6 teqînên mezin li vê giravê de qewimîne û CENTCOMê li vê derheqê de ti zanyariyeke hûr belav nekiriye.
Pêka raporên belavbûyî binke û damezraweyên spaha pasdaran a terorîst li vê êrîşê de bûne armanc û hatine teqandin, lê ti amar an zaniyariyeke serast li derheq egera kuştî an birîndarên rêjîmê belav nebûye û ti aliyekê sedema wan teqînên mezin jî neragihandiye.
Bi sedema wan teqînan dûkeleke mezin bilind bûye.
Spaha pasdaran a terorîst ragihandiye ku bikerê wan teqînan Amerîka ye, û îdia kiriye bo tolhildanê navenda radariya Amerîka li Behrêynê de kiriye armanc, lê CENTCOMê ragihandiye ku tevaviya dironên avîtî yên spaha pasdaran a terorîst li esman de teqndine û ti xisarek canî an malî nebûye.