Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser sê nerizatiyên din ên Befranbarê de sepand

09:11 - 18 Çirriya paşîn 2026

Li dirêjeya siyasetên tepeserî û sepandina sizaya mirinê bo dijber û xwepîşanderan, Dezgeha binav Dadweriya Komara Îslamî, sizaya bidarvekirinê bi ser sê girtiyên din yên nerizatiya Befranbara 1404an de sepand.

Li gorî raporta roja Sêşemî 26ê Xezelwerê nûçegihaniya Hêranayê, sê welatiyên nerazî yên bi navên Husên Perwîn, EmîrHusên Xulamşahî û Husên Ceferî ku niha li girtîgeha Qizilhisara Kerecê de hatine ragirtin, li dosiyek hevbeş de ji aliyê taya 23 a Dadgeha Înqilaba Tehranê ve bi tohmeta, encamdana karê kiryarî bo Îsraîlê sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Ew sê kes hevdem ligel nerizatiyên seranserî ên Befranbara 1404an hatibûne girtin û di despêkê de bo girtîgeha Tehranê û piştre li havîna îsal de bo girtîgeha Qizilhisara Kerecê hatine veguhastin.

Heya niha tu zaniyariyek hûr li ser temen, pêşîne, rewta dadgehîkirin û rewşa wan sê girtiyan nehatiye belavkirin.

Sepandina wan sizayan di demekê de ku li gorî amarên rêkxirava Mafê Mirovî a Îranê, heya niha aliyê kêm 121 kes li girtiyên nerizatiya Befranbara 1404an sizasizaya bidarvekirinê bi ser wan derçûye.

Li Reşemeya 1404an heya niha, aliyê kêm 74 girtiyên siyasî û nerazî hatine bidarvekirin ku 39 kes ji wan neraziyên Befranbarê û 2 kes li neraziyên şoreşa Jin Jiyan Azadî yê bûne.

Sizaya bidarvekirin, girtina hovane û dadgehîkirinên nimayîşî wek emrazekî tirsandin û tepeseriya siyasî, ji aliyê rêjîmê vet ê bikaranîn