Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kempêyna Sêşemên na bo bidarvekirinê derbasî 147e mîn hefteyê bû

09:32 - 18 Çirriya paşîn 2026

Kempêyna Sêşemên na bo bidarvekirinê, li daxûyaniya 147emîn heftiya xwe de ku roja Sêşemî 26ê Xezelwera 1405an hatiye belavkirin, ragehand ku bi tevlîbûna girtiyên girtîgeha Nûrabada Memesenî, li parêzgeha Fars, hejmara wan girtîgehên ku li vê kempeynê de man li xiwarnê girtine, gihaye 67 girtîgehan li seranserê Kurdistan û Îranê de.

Di vê daxûyaniyê de, girtiyên mangirtî tevî bilindragirtina yada qurbaniyên nerizatiya Xezelwera 1398an, îşare bi vê kirine ku li seranserê destpêka îsal ve heya niha pitir li 607 girtiyan, ku 21 kes ji wan jin bûn, ji aliyê Dezgeha binav dadweriya Komara Îslamî ve hatine bidarvekirin.

Kempêyna hoşdariya tund li metirsiya cîbicîkirina sizaya bidarvekirina Peyman Ferehawer, li girtîgeha Lakana Reştê û derkirina sizaya mirinê bo du girtiyên siyasî yên bi navên Mihemed Mehdî Parsa, li Ehwazê û Omîd Canemî li Îsfehanê daye.

Girtiyên mangirtî li 67 girtîgehan de daxwaz li tev qatên civakê, Navendên pîşeyî û çalakên medenî kirine ku piştevaniyê li wê bizava cemawerî bikin bo ragirtina pêla bidarvekirin û tepeserkariyan.

Ew mangirtina mezin piraniya girtîgehên mezin ên Kurdistan û Îranê ji xwe girtine, ji wan girtîgehên, Qizilhisar, Êvîn, Dêzlawa Kirmaşanê, Îlam, Dereşar, Urmiye, Selmas, Xoyê, Nexede, Miyandaw, Mihabad, Bokan, Seqiz, Bane, Merîwan, Sine û Kamêran.