Li dirêjeya siyasetên perwerdeya Îdolojîk û biserbazîkirina qutabxaneyan li Kurdistanê, sipaha pasdaran a terorîst bi hevkariya Îdareya Perwerde û baranînê, 130 qutabiyên bajarên Serdeşt, Serpêlzehaw û Mihabadê bo ordûyên naskirî bi Rahyana Nûr li deverên şer li başûrê Îranê şandine.
Li gorî raporta nûçegihaniya Hêranayê, li vê pêla nû de 50 qutabî li bajarê Serdeştê, 45 qutabiyên keç li Serpêlzehaw û 35 qutabiyên keç li bajarê Mihabadê bo deverên şerê Îran û Îraqê yê berê li parêzgeha Xuzistanê şandine.
Elî Rîkabdar, Cihgirê Hevahengkarê spaha Serdeştê ragehandiye ku ew geştane pênic rojan wê bixayîne û heya dawiya îsal du girûpên dinêye qutabiyên wî bajarî wê bo deverên şer bêne şandin.
Hevdem ligel bajarên Kurdistanê, pitir li hizar û 750 qutabiyên din jî li parêzgehên din ên Îranê bo heman ordûyan hatine şandin.
Eva jî binpêkirina eşkere a Peymannameya Navdewletî a Mafê zarokan e ku kesên jêr temen 18 sal dive dûr bin li her cure çalakî û rahênanek serbazî.
Navendên Mafê Mirov tekeziyê ji vê dikin ku Komara Îslamî li rêya givaşxistine ser birêveberê qutabxaneyan û pêdana nimre û îmtiyaza xwendinê, hezaran qutabî li Kurdistan û Îranê de bi awayekî bizorê şandine ew Deverane heya hizra şerxiwazî bêxe serê wan, eva jî di demekê de ye ku nebûna sitandarda selametî û rûdawên hatin û çûnê li wê geştê de, çendîn caran bûye sedema canjidestdana dehan qutabî û mamosteyan.