Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Amerîlkayê terorîstekî ser bi rêjîmê bi 27 sal girtîgeh siza da

12:40 - 18 Çirriya paşîn 2026

Roja Sêşemî 16ê Çiriya Paşîn, Dadgeha Federala a Burûklîn li Niyo Yorkê, terorîstekî Pakistanî yê ser bi spaha pasdaran a terorîst ê bi navê “Asif Mirçant” ku Amerîkayê de hewla kiryarên terorîstî daye, bi 27 sal girtîheg siza da.

Ev terorîstê ser bi rêjîmê bi tawana hewldan bo kiryarên terorîstî û dariştina pîlana terorê li hember vergirtina diraf bi fermana spaha pasdaran a terorîst, hatibû dadgehîkirin.

Navbirî li heyva Adarê de piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîl digel rêjîma Îranê bi tawana hewlên terorîstî û pîlan bo kuştinan li hember diraf de bi tawankar hatibû nasîn û li pêvajoya dadgehîkirinê de îtiraf kiribû bi rêya endamekî spaha pasdaran kevtiye xizmeta rêjîma Îranê, egera vê hebû bi girtîgeha heta hetayî bê sizakirin.

Egera vê hebûye ku Donald Tiramp û Nîkî Hêlî jî armancên terorkirinan a pilana dariştî bûye ku Asif Mirçant li vê derheqê de hatibû girtin û hatiye addgehîkirin û navbirî jî li dadgehê de îtiraf bi vê yekê kiriye.