Li gorî daxuyaniyê, di 17ê Çirrya Paşîn a 2026an de li bajarên wekî Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê operasyoneke berfireh a polîsan de gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan hatine binçavkirin, di nav wan de Serokê Giştî yê PSK ê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mehmet Can Azbay, nûnerê PÊLKURê Fûad Onen, Nûnerê PDK-BAKUR Elî Aydin, Sevgî Çelîk, Nûnera Însîyatîfa Neteweyî Ramazan Taşdemîr, Kesayetê Serbixwe yê Kurdistanî Alî Oncu, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSK ê Hasan Dagtekîn, Endama PWK ê Rojbîn Bukun û Kesayetê Serbixwe yê Kurdistanî Elî Çeven hene. Herwisa hatiye diyarkirin ku polîsan serî li mala Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk jî dane, lê ji ber ku ew li Hewlêrê bûye, nehatiye binçavkirin.
HEVBENDÎ yê destnîşan kir ku ev operasyon piştî îlankirina fermî ya vê Hevbendiya netewî li Amedê dest pê kirine. Li gorî daxuyaniyê, ev êrîş nîşaneya bêtehamulîya dewleta Tirk a li hemberî têkoşîna siyasî û azadîya miletê Kurd e. Hevbendiyê da zanîn ku konferansa wan bi eşkereyî û bi civîneke çapemeniyê hatiye lidarxistin, lewra ev serdegirtinên malan ên di navbera demjimêr direngî şevê de qet nayên qebûlkirin. Di dawiyê de HEVBENDÎyê tekez kir ku ew ê li hemû qadên jiyanê xwedî li biryarên konferansê derkevin.