Malpera Îsraîlî a Way Nêt, roja Sêşemî 26ê Xezelwerê belavkiriye ku arteşa Îsraîlê asta amadebaşiya xwe bo egera encamdana êrîşek din bo ser Îranê bilind dike, lê berpirsên ewlehiya wî welatî li ser wê bawerê ne ku tevî hewlên Komara Îslamî bo avakirina şiyanên serbaziyên xwe, encamdana êrîşek nû li pêşerojek nêzîk de hewcehiyek bilez nîne.
Li gorî raporta wê malperê, berpirsên Îsraîlê wiha baştir dizanin ku her cure operasyoneke serbaziya nû dijî rêjîma Îranê bi hevbeşî û beşdariya Amerîka bê encam dan û egera pêngava yekaliyane a Îsraîlê li vê qonaxê de bi kêm berhev dike.
Çavkaniyên ewlehî ên Îsraîlê tekeziyê ji vê dikin ku pêş destpêkirina her operasyonek nû, hewceye amancên serbazî, dema guncaw a êrîşê û asta beşdarîkirina Amerîka bi hûrî bêne diyarîkirin.
Way Nêtê li dawiya raportê de îşare bi vê kiriye ku dezgeha nûçegehaniya serbazî û hêza esmaniya Îsraîlê heya niha li amadebaşiya tem de ne û xwe bo egera destpêkirina pevçonan amade dikin.