Di wan çend salên dawiyê de zêdetir ji %70 a gaza şil ku biraybû bê dabeşkirinê, negihîştiye destê xelkê û ji aliyê kompaniyên rejîmê yên dabeşkirina gaza şil bi çendîn beranberê nirxa wê di bazaran de firotine.
Nebûna çavedêrî li ser dabeşkirina gaza şil di wan çend salên dawiyê de bû sedem ku zêdetir ji %70 a gaza şil bi nirxa yaraneyî ya 230 Tumenî negihîje destê xelkê û kompaniyên dabeşkirina gaza şil ew di bazara azad de firotine û bi wî awayî di wê kiryara xwe de 20 hezar milyard Tumen yarane ya gaza şil dizîne.
Ew kiryara wan kompaniyên dabeşkirina gaza şil ên rejîma Îranê pêka yasaya madeya 4 ya biryara kar a rawestan li dijî qaçax û firotin bo derveyî sîstema berhemên neftî ya yareyan, tawan e.
Gendeliya berpirsan di astekê de ye ku di wan çend salên derbasbûyî de dizî ji darayiya netewî di Îranê de bi çend hezar milyard Tumenan têne kirin û rejîma Îranê ew dizî perdepoş kirine û piştî çend salan bo perdepoşkirina rola xwe ya bingehîn di wan diziyan de, ew tawan xistine stuyê çend kompanî an kesan.