Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derdora 41 milyon kes li Îranê bêkar in

17:07 - 9 Çirriya pêşîn 2025

Pêka dawî amarên hêza kar li demsala havîna 1404 a Rojî, heşîmeta çalak a aborî anku xwedîkar û bêkaran, derdora 26 milyon û 939 hezar kes hatiye berewirdkirin ku dibe %40.8 a tevahiya heşîmeta temenê kar anku 66 milyon û 46 hezar kes.

Li gelempera heşîmeta çalak a aborî, 24 milyon û 958 hezar kes xwedîkar û milyonek û 980 hezar kes bêkar in.

Li hember de heşîmeta bê çalakiya aborî ku kesên ku xwedîkar nînin an lipey peydakirina kar de nînin, derdora 39 milyon û 108 hezar kes in û bi zêdekirina milyonek û 980 hezar kes ku tevî li heşîmeyta çalakiya aborî de ne , lê bêkar in û ti karek nînin, bi gelemper hejmara heşîmeta bêkar ku li temenê karkirinê de ne, derdora 41 milyon kesî ne.