
Xelkê bi hirs û nerazî yê bajarê Banê, roja 16ê Rezberê bi nîşana nerizayetî li hember têkdana sirûşt û xwezayê û talankirina heyî ya xweza ya wê herêmê, li kiryarekî bê mînak de, agir berdane maşîn û alavên kangeha Zêr a wî bajarî.
Bi salan e ku xelkê wê nawçê hawar dikin û dengê nerizayetiya xwe bilind dikin, lê heya niha dengê wan nehatiye bihîstin, lewra bi kerb û kîn nerizayetiya xwe bi agir berdana alavê kangeha zêr dane xuyakirin.
Xelk dibêje Çiya û jîngeh, heyî û serweta dewletê û dewlemendan nîne, ev xwezaya xudayî ye ku milkê me hemiyane, çima dibe îro bê talankirin û nifşên paşerojê tenê bên çiyayên herifî û tiraşî û jîngeha bê rih û têkdayî bibînin? Çima divê em di nava toz û xweliyê, bi rêkên kavil û maşînên barhilgir ên giran jiyanê bikin? Me ev kare kir bo pêşeroja zarokên xwe.
Yêk ji kesên nerazî dibêje: Me bi wî karê xwe anku agirberdana wan maşînên kangehê nexwast bibin xweşmêr, belku em tenê dixwazin bijîn. Hekî em xwe mat û bêdeng bikin, êdî çi tiştek li niştîmanê me de bo zarokên me namîne.