Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê balyoz û nûnerên welatên Ewropayê gazîkirin kirin

17:04 - 9 Çirriya pêşîn 2025

Piştî daxuyaniya hevpar a Yekîtiya Ewropa û Şêwreya Hevkarî ya Kendavê li derheq sekinandina bernameya mûşekiya rêjîma Îranê û tekezî li ser desthilata Îmaratê bo ser 3 dorgeyên Kendavê hatibû kirin û rêjîma Îranê jî li bertekê de balyoz û nûnerên welatên Ewropayê li Îranê, bo wezareta derve ya rêjîmê gazî kirine.

Rêjîma Îranê tevî nîşandana nerizayetiya xwe li hember vê daxuyaniyê, ev bi çewt û bê binyat ragihandiye û îdiayên li derheq bernameya navkî ya rêjîmê bi çewtekarî binav kiriye.

Li vê daxuyaniyê de bi tekezî daxwaz ji rêjîma Îranê hatiye kirin ku hevkariya xwe digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi tevavî bi rê ve bibe û hevdem dest ji berfirehtirkirina bernameya xwe ya mûşekên balistîkî berde.