Ajotvanên otobûsan li bajarê Urmiyê û ajotvanên taksiyan li bajarê Sinê ji nedana hiqûqê xwe yê mehane û herwisa bilindbûna nirxa alavên hewce nerazî ne.
Ajotvanên otobûsan li bajarê Urmiyê nêzî salekê ye ku hiqûqê xwe vernegirtine û mûçeyên wan ji aliyê bajarvaniya bajarê Urmiyê ve bi wan nehatiye dan û berpirsên bajarvaniya Urmiyê sozên xwe bona çareserkirina pirsa hiqûqê ajotvanên otobûsan cîbecî nekirine û heta niha sozên wan çewtekarî bûne.
Herwisa ajotvanên Taksiyan li bajarê Sinê ji bilindbûna alavên hewce bo taksiyan nerazîne û rejîma Îranê jî, alavên hewce bo wan dabîn nake û pêka zêdebûna nirxa alavan û kêmiya kirêya taksiyan, piraniya dahata taksiyên wan xercê kirîna alavên hewce bo taksiyan dibe.
Ajotvanekî otobûsê li bajarê Urmiyê gotiye: “Xercê heçî otobûsekê li rojê de, 535 hezar Tumen e û dahata rojane ya heçî otobûsekê bi tenê 150 hezar tumen e.
Herwisa wî ajotvanî ragihandiye ku ji sala 1390an ve bajarvaniyê erkê xwe bo dabînkirina 1 li ser 3a hewcehiyên ajotvanên otobûsan ku li beşa taybet de ye, cî be cî nekiriye.
Parêzgarî û bajarvaniya Urmiyê ti girîngiyekê nadne hewcehiyên otobûsan û daxwazên ajotvanan.