Komara Îslamî li dirêjeya pêla nû a bidarvekirinan, sizaya bidarvekirina 3 girtiyên nerizatiya Befranbar li Meşhedê yên bi navên, Mehdî Resûlî, Mihemed Reza Mîrî û Îbrahîm Dewlet Abad, cîbicî kir.
Rejîmê tohmetên çewt ên wekî, Sîxûrî bo Mûsadê, û têkdana ewlehiya Milî, ev ciwan kirne qurbaniya maşîna kuştara xwe.
Merziye Mohîbî, parêzera vê dosyê, eşkere kir ku dezgeha bi nav dadweriyê bi fêl soza derew (Lêborîn)ê, malbatên wan neçar bi bêdenigiyê kiribûn, lê bi bê agehdarkirina berê û piştgirêdan bi ( Îtirafa bi zorê) ev ceza cîbicî kir.
Ev bidarvekirinên siyasî li rewşa şer de, tenê emrazek in bo belavkirina tiresê di nav civakê de.
Komara Îslamî ku li çareseriya kirîzan de çi ji desta neyêt, bidarvekirinê wekî çekekê bo nehiştina neyar û rêgirî li serhildana nû a xelkê bikar tîne