Welatê almaniyayê di rêveberiya siyasetên xwe de, mifah vergirtin ji vizeyên venûjen, ji 6 navendên vizeyên navkî, sê vizexaneyên navkî daxistin.
Li gor rapora nûçegihaniya “Reuters”ê, dewleta Almaniyayê biryar daye ku meşa derbazbûn li wizeya navkî bo wizeya venûjen lezgîn bike, ev meşa han, piştî vê yekê ku wizexaneya “Fukushima Daiichi Nuclear Disaster”ya Japanyayê’ di sala 2011`an de bi sedema erdeheja “Tsunami” derbe jê ket dest pê kiriye.
Wizexaneya “Brokdorf’ Girohinde û Gandermîngên”, di dawîn roja sala 2021`an de piştî sê dehkan ji çalakbûnan wan hatine dayxistin, herwisa biryar wisa ye ku, sê wizexaneyên din yên almaniyayê, li gor wan bernameyan, heta dawiya sala 2022`an dawî bi çalakiyên xwe bînin.
Almaniya dixwaze bo vegeşiyana jêrxanên wizeyên weke “Ba û Rojê”, heta sala 2030`an, li rêya wizeya venûjen, ji sedî 80 berqa xwe berhem bîne.
Eva di halekê de ye ku, rejîma Îranê di heyama sê dehkan de pereyek gelek zêde ji darayiya wî welatî heder daye û heta niha jî nekariye li wizexaneyên navkiyên xwe ku îdi`a dike dê berqê jê berhem bîne, bi kar bêxîne.
Rejîma Îranê ku bi sedema çalakiyên navkî, ji aliyê welatên Rojavayî ve dorpêçên zêde xistine ser, bi milyardan Dolar pere di vê bernameyê de xerc kiriye, bi armancên siyasî û berhemanîna çeka navkî mifahê jê verdigire û herwisa hewl dide bi binpêkirina yasayên navdewletî, wê bernameyê ber bi pêş ve bibe.
Di demekê de ku, Îran çavkaniyên dewlemend ên wizeyên venojen li ber dest hene lê, karbidestên rejîma Îranê di wî warî de xemsariyan dikin.