Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara mirna bi Korona yê di Îranê de, rojane ji 200 kesî derbas bû

13:46 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Berdevka wezareta tendirustiya rejîmê, Sîma Sadat Larî, roja Sêşemiyê 7ê Tîrmehê ragihand: di 24 demjimêrên derbasbûyî de 2637 kes bi Korona yê ketine, 200 kesan jî canê xwe ji dest danê ku ew hejmara mirinê bê mînak bûye û hindî Korona derketî amara can ji dest danê negeheştibû vê qasê.

Muhsin Haşimî serokê şêvra bajarê Tehranê ragihand ku di heyamê 24 demjimêrên de aliyê kêm 70 kesên ku bi Korona yê miribûn, di Biheşt Zehraya Tehranê de hatine veşartin, ewa jî wê gumanê çêdike ku hekî tenê rojane li tehranê 70 kes tête çal kirin, amara miriyan dibe gelek ji vê hindê zêdetir be ku rejîm radigehîne.

Gorî amarên rejîmê heya nîvroya roja Sêşemiyê, 11 hezar û 931 kesan canê xwe ji dest dane,

Parêzgehên Xuzistan, Hormozgan, Bûşêhr, Kirmaşan, Sine, Îlam, Urmiye, Tewrêz, Xurasana Rezewî, Ew Parêzgehin ku di nava rewşekî gelek dijvar de ne û rewşa wan bi Sor hatiye ragihandin.

Dr. Mesud Muradî ragihand ku rewşa zêdetir bûna mirna bi sedema Koronayê gelek cihê nîgeraniyê ye û di heçî 7 deqîqan de, kesek di Îranê de bi Korona yê canê xwe ji dest dide ku gorî wê hisabê rojê pitir ji 220 heya 230 kesî dimrin.