Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azadî li dîtingeha min

17:41 - 30 Gulan 2022

N: Vênûs Fayîq

W: Hesen.Mukerem

“Tev mirov dibe ku sê tiştên wî hebin: Hişiyara xwe, vêjdan, îradeya serbixwe û xeyaleke dahênerane.. Ev sê tişt azadiya kêrhatî didin bi mirov, hêza hilbijartinê, berdet û guherîn ... :”

 Azadiya min li sînorê mirovên din de bidawî nabe:      

Azadî, bi vê wateyê nîne ku min her tişta ku pê xweş be, bawerî pê hebû an weke rastî zanî encam bidim, her tişta ku bi dilê min nebû an min bawerî pê nebû an weke rastî nas nekir bi her şêwazek din bibe red bikim ..  Berî her tiştî azadî moral e, hirzr kirine, hişyarî ye, kultûre, helsokevte, erêkirina mirovên din bi reng, hizr, bawer û dîtingehên wan e .. Herçawan ku  yektir erê dikin têgehên gelê berfireh û piralî, bi hemen şêwazî, “azadî têgehek  berfireh û piralî û li hemen demê de jî aloz e..Her bi bê vê sedemê ye ku, tev têgehtên din dibe pêka yasayê bin.

Ez wisa hizr dikim ku, eger li hûndrî xwe de azad nebim nikarim mirovên din weke xwe bibînim.

Mînak: Hinek mirov li hûndirî xwe de helwestên mirovên din bidil in lê, nîşan nadin, dema ku diaxive berewajiyê hûndrî dilê xwe diaxive, eger jê pirs bikî çima wiha yî? Ji tera dibêje “Axê civaka me vê yekê dixwaze, yan dibêje: Axê em her wiha hîn bûne”, mirovên wiha li hûndrî xwe de azad nînin, hertim li derveyî wî, tiştek hebûna wê heye ku wî tûşî xemgînî û tirsê dike.  Mirovên wiha xwediyê dû rûyê ne an (du rûyî bi wate û lêkdana sayîkolojîkê)ye,  li hûndr de rûyek heye ku bi berdewamî di rikeberiyê de ye, rûyek ku tev berewajiyê rûyê li hûndirî wan de ye, wan nîşanî derve didin, û derve pê razî dikin. Yên wiha pir zehmet mirovên din erê dikin çimkû, êxsîrê komek orf û edetanin û nikarin ji xwe vêde bibin. Ev yeka jî pir zehmete digel mirovên derdora xwe de mi`amile  encam bidin. Li derve keskin û li hûndrî xwe de kesek din û li nav dilê wan de jî kesê sêyemîn di rikeberiyeke dijwar de ye.

Azadî wate erêkirina mirovên din e

“Eger we hesûdiyê ji kesek din re bikin, eva gelek hêsane, nîşaneya vê yekê ye ku carê negihîştî pileya erêkirina xwe û rêzgirtina rasteqîne ji xwe”.

 Reşîd Oglunalar, rahênerê jiyan û serokatiyê bi regez Berîtanî

Ji bo vê ku ez mirovên din erê bikim û rêz ji hizr û helwesta wan bigrim, dibe tev tiştên xwe erê bikim û rêz ji xwe û hizrên xwe û helwestên xwe bigrim û li pêxema wan de hewl bidim û ji bo an xebat û şer jî bikim.. Ev erêkirin û rêz ji xwe girtin û şerikrin, hewcehî bi vê yekê hene ku li hûndrî dilê xwe de azad bim.. Wê gavê mesele wisa ye ku ez azadiyê çawan fêm dikim? Çawan digihîjim bi azadiyê? Ma ne eve ku ez azad im an na? Piştire çawan wê dikim bi kultûrek bo jiyana xwe û bi vê mercê ku nebim bi serkaniya azarê bo derdora xwe, û azadiya min nebe corek bêrêzîkirina bi mirovên din..

Em ku daxwaza azadiyê dikin, divê me wêrekiya vê yekê hebe ku, berpirsiyariya kiryarên xwe bistû bigrin û êdî bi wî awayî kes nikare dest bi ser azadiya me de bigr e..

Ji bo mînak: Ezê jin divê pêştir li hûndrê xwe de li kûrahiyek pir de azad bûbim, bona îqnakirina xwe her kiryarek encam da, şiyana berevanîkirin ji xwe hebe,ewqas wêrekiya min hebe ku berpirsiyaretiya kiryar, hizir, raman û cîhanbîniyê bigrim bi stûyê xwe û ji bo wan şer û têkoşînê bimeşîn im û divê biryara serkevtina xwe standibe.. Ezê jin divê hertim ev yeka ji ber cavê min be ku her tişta min got yan encam da, divê bi berpirsiyaretî enncam bidim û bibêjim, piştire şiyana ji stû gritina encam û derencamên helwestên xwe hebe, ne ku li tev kevtin yan rûniştinan de çavnhêr bim mêrek hebe destê min bigre, çimkû li ser rêya min mêrek alîkariya rabûna min bide wiha parek ji azadiya xwe jidest didim..

Eger tu li hûndrî dilê xwe de azadiya tevaw tunebe, bawerî bi cêwaziyan nayînî:

“Ya ku me perçe perçe dike cêwaziyên me nînin, belkû bawerî ne anîn û erê nekirin û pêşwazî nekirina ji cêwaziyên me bixwe ye”. Odrî Lord

Her weke çawan li rûyê erdê şopa tiliyên ti mirovan li şopa tiliyên mirovên din naşibe, di cîhanê de jî ti mirov li ti waran de naşbin bi yektir, eger em hemû li ser hindek mijaran wekhev bin, di çend mijar û pirsên din de dibînin ku cêwaz dibin.. Aha virda ye felsefeya azadiyê li pêş me qît dibe .. Êdî virda ye mesele ev nîne ku ez û tu heta çiqasî bihevre wekhevin, belkû heta çi qasî ji cem hevdu rêz û hormet hene digel cudahiyên di navbera me de hene, heta çiqasî bi awayê azad û serbestane axavtinên xwe dibêjin, heta çi qasî jî ez amade me te erê bikim digel hizr û ramanên cuda ên te û heta çi astî min rê daye te ku wekî min deng û reng û amadebûna te hebe li hember min de... Ev cîhana bi dîtingeha reş û spî birêve naçe, belkû ev jiyana pêk nehatiye ji reş û spî, di vê navberê de çendîn rengên din hene divê ku çavên me wan bibînin û mejiyê me wan erê bike û amade bin rêz ji wan bigrin.

Derevek mezin dibêjin eger bêjin “yên digel hevdu rêk dikevin, çi mîna heval, jin û mêr yan her li çarçoveyek din de peywendî û mi`amile, ewên ku xalên wan herî zêde dişbin hevdu .. Ez hertim li ser vê baweriyê bûm ku eger tev tiştên me bişbin hev, pir bêzarker dibe, gelek zû ji hevdu bêzar dibin, ya herî zêde deman me bihevre dihêle û girê dide, cudahiyên me ne. Hinek caran ku li ser yek mijarê rêk dikevin, şêwaza hizrkirinê, me ji yektir cuda dike, wate ez neçar nînim bi mejiyê te hizr bikim ji bo vê ku bigihîjim bihemen encamê, dibe min şêwaza hizrkirinek taybet bi xwe hebe ku dibe rêz jê bê gritin...

Mînak: Tu mast bi spî dibînî, ez jî mast spî dibînim, di demekê de virda mijar rengê spî yê mast nîne belkû, şêwaza hizr kirinê ye ku mirov wan tînin ziman û gihîştina bi encama vê yekê ku min û te me çawa bawerî bi spîtiya mast aniye ... Hemen tişt di mijara hizrkirnê de û heta siyaset û ayînan de jî .. Tu dibêjî ez alîgirê filan partiyê me, hevalê te jî weke te alîgirê hemen partiyê ye lê, ew nayê vê wateyê ku hûn wekî hev ji wê partiyê fêm dikin, yan wekî hev ji êdolojiya wê partiyê temaşe bikin ... Heta merc nîne ku hizrkirina we di mijara çawaniya berfirehkirina vê partiyê de û  heriwsa xistina wê li xizmeta xelkê de divê cuda be, çimkû tev endamên partiyekê weke yek hizr kirine, ti cudahiyek di navbera wan de tunebûye, û dîtingeha giştî di nav de cih nabe, û herwisa qat bo dengê cuda nabe, qat bo reng û anîna ziman a cudahiyan nabe, dema ku wisa ye “azadî” li tev waran de rastî gefek mezin dibe .. Divê tu bo mebestekê wê partiyê bişopînî û hevalê te jî bi mebestek din.

Tişta ku li têgîna “azadî” û “wekhevî”yê de cudahiyên me” pêkve girê dide, çawaniya yektir erê kirina me ye. Her di nav piçûktirîn şaneyên civakê de ku malbat e, heta digihîje partî, parleman û hikûmetê .. Ji bo mînak hinek kes bi dîtingeha vê yekê ku te wekî min hizr nekiriye, dema ku wisaye ez û tu lidijî yektir in û wisa hizr dikin .. Li vir têgeha “azadiyê” li ser redkirina we li gorî îmkanên xwe redweste, û ew wê azadiyê ji xwe re rewa dizanin ku çawan hizr dike lê, pir caran her ev mafa nedane te..

Dema ku tu li hûndirî xwe de serbest nebûyî, hebûna baweriyê tenê qehwe ye
 Çiqas li hûndirî dilê xwe de azad bibî, ewqas  te xwe  qebûl e û ewqas jî yên din weke wan bixwe qebûl dikî .. Mebesta min ji vê eve ku dest danîna li ser neheziyên mirovên din hemû deman “azadî” û “wêrekî” nîne, çimkû wê demî “bi tevahî” em xwe li “kêmiya” mirovên din de dibînin û rastiya xwe di şaştiyên mirovên din de dibînin û herwisa bedeviya xwe bi kirêtiya yên din de dipeyvin û pakiya xwe bi pîsiya mirovên din pênase dikin, ev yeka kupika nebûna baweriyê bi xwe ye ..
“Azadî” destdanîna li ser cêwazî û zeqkirina wan nîne, biqasî vê dest danîna li ser “şaştiyan” “Azadiyan” cuda hizr kirin cuda nîne belkû, “şêwaza hizrkirinê ye”. Ez “ di vê yekê de azadim ku çawan hizr dikim” lê, ez di vê yekê de azad nînim ku mirovên din ji ber hizrkirinê wan red bikim. Ez di vê yekê de azadim ku xwediyê çi hizr û baweriyê me, lê, di hindê de azad nînim ku mirovên din ji ber hizr û ramanên wan, wan ceza bidim. Ez di vê hindê de azadim ku, bi awayekî lojîk û exlaqî yên din rexne bikim lê, di vê hindê de azad nînim ku, hestên ti kesî birîndar bikim. Û sivikatî û îftra bi wan bikim.

Her ji ber vê yekê ye ku dibînî pir rexne tên kirin, gelek kêm ji mirovan hene ku rexneyên yên din erê bikin. Wan azadiyek reha dane bixwe lê, ya ku digel mirovên din peywendî hebe, hertim jê biguman in û weke azadî pênase nakin..

Pêka vê yekê, tiştek bi navê azadiya reha tune ye, yên ku daxwaza azadiya bêkêmasî dikin arîşeyek derûniya wan ya mezin digel têgeha azadî û çawaniya azadbûnê hene.

Mînak: Di civaka me de, bo mêrekî gelek asayî ye ku digel çend jinana hevaltî hebe, asay e ku, digel wan jinan biaxive, pir asaye ku digel hevjîna hevalê xwe xwarina nîvro bixwe, yan êvaran digel here meşê, gelek asay ye di heyama rojê de çendîn nameyan digel wan vebiguhese, heta asay ye ji bo wan xelatan bikire, tev ev tiştên han cem min jî asayî ne, bi merca ku sînorê kiramet û exlaqê derbas nebe, bi tev pêveran hevaltî tê pênasekirin.. Lê, ev yek asayî nîne û cihê hêrsbûnê ye, her ev mêra cem wî hevjîna wî digel çend mêrên din hemen karî encam bide, di dema nîvro de ji hevjînê xwe re bêje: Dê digel rêzdar filan mirovî û rêzdar filan mirov nanê nîvro bixwen (helbet bi bê vê ku karekî wan hebe, tenê weke heval), an her pirr giran tê ku bibîne hevjîna wî li şeqamekê digel xortekî an du xortan bi tenê dimeşe..

Helbet ev yeka peywendî bi Rojhilat û Rojava nîne, ev yeka peywendiyek tûnd bi sirûşta mirov heye, li Rojavayê jî, mesele bi wî awayî nîne ku gelek jin û mêr li Rojhlat hizr lê dikin û behsa vê dikin. Li Rojavayê li her tiştî de orf û yasa desthilatdariyê dike, an peywendiya mirovî hukim dike. Lê, netenê li Rojava belkû li ti derî ji vê cihanê de tiştek nîne bi navê “Azadiya Reha” ..

1- “Azadî” ji kuderê ve destpê dike:

Em xwediyê dîrokek azad nînin, her wekî ku heta niha xwediyê hizrkirinek bikom a azad nînin, çimkû ti şêwazek hişyariya bikomî bona fêmkirina ji têgeha azadiyê di civaka me de hebûna wê tuneye, ya ku heye hewldan bo azad bûnê ye. Ya ku heye hewla takane bona fêmkirina ji têgeha azadiyê. Em wisa dizanin ku azad bûne lê, hîn em li pêngava yekem de ne bona fêmkirina ji azadiyê.. Dema ku em çendîn pirtûkan li derheq azadiyê de dixwenin wisa dizanin ku azad bûne. Nizanin “azadbûn” hizrkirin û helsokeft e, berî her tiştî azadî, exlaqe.. Di dawiyê de ya ku bi awayê reha xwe li ser navê azadiyê pênase dike, hîn li serî de ye..

Hîn civakên pêşkevtî yên Rojavayê ku, gelek pêş ji xwe de dibînin li warên weke “maf û azadiyan” de, ev li ser pirsa azadiyê pir hestyar diaxivin û hîn baweriyan wan bi “azadiya reha” nîne ku, di civaka me de hin xelk di civaka me de hene ku rexine dikin û dixwazin vê bikin bi modelek bo jiyanê.

Li Rojava ku hûrtirîn hûrgiliyên jiyana mirovan pêka yasaya rêkxiravê ye, bona rêgirîkirina ji hemû coreyên binpêkirî û sînor derbaskirin, bêzarkirin, xerab bikaranîn û zirar gihandin û herwisa bo pêşîgirtin ji dizî û destbirîn û tawanên weke kuştin û destdirêjîkirina seksîû ... hwd, tevî vekirîbûn, têgihiştin û têgîna berfireh a cîhanê jî, di wan civakan de, hin kes bawer dikin ku heta yasa serwer be, azadî dê werin sînordar kirin.

Mînak: Pêka yasayê “bêbawer” û “hevzayendbazan” mafê vê yekê hene ku di jiyana civakî û siyasî a welatên xwe de beşdar bibin û xwe bo çûna li nav parlemenê berbijêr bikin û bibin rasgira û nûneratiya yên wekî xwe bikin, her li gorî yasayê jî ti kesî maf nîne ku sivikatiyê bi wan bike yan tehdeya wan bike û wan bêzar bike, yan gefan li jiyana wan bixwe.

Her wek çawan ku partiyên ilmanî di her warî de, ji çepê heta rastê, dikarin gel di parlemento û hikûmetê de temsîl bikin, partiyên olî jî di nav parlemento û desthilatê de mafê xwe berbijêrkirin û nûneratîkirina dengderên xwe hene.. Her hemû jî li kêlega hev di nav parlementoyê de rûdinên û li ser pirojeyên yasa, jiyan û derbasiya xelkê gotûbêjan lidar dixînin. Ji vê yekê re dibêjin: Rêzgritin ji yên din, erêkirina yên din digel cudahiyên wan.

Di dawiyê de ez li ser vê baweriyê me ku: Mirov dibe digelxwe rastbêj be, ji bo vê têgehan fêm bike. Yek ji wan têgehan “azadiye” .. ku mirov rastbêjane , ji tev  şiyana aştîkirina digel derdora xwe hebe û bikare li ser cudahiyên wan de girêyan veke û wan qebûl bike.. Azadî dibe li hûndri me de çekaniyê vebigre, yê ku li hûndrî xwe de azad nebe şerê azadiya cewherî pê nayê encam dan û şiyana rûbirûbûna tev wan zilm û ne îdaletiyên ku tûşî dibe tunabe ..

Azadî ji virda dest pê dike ku sînorê xwe bixzanibî vê demê dibe “îradeya” me hebe bo vê berevanîkirinê ku nerîn û ramanên xwe behs bikin, şiyana me hebe ji bo wan şer bikin, bikarin ev mafê ku bo xwe daxwaz dikin bo yên din jî dabîn bikin..

Dawîn car di civaka me de azadî, baweriya tewav hedibe, fêmkirina bêsînor hewce ye, şiyana berxwedanîkirinê hewce ye bona vê ku li ser pêyên xwe bisekinî..

 Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine