Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Kirmaşan ê

14:00 - 9 Nîsan 2013

Şaristana Kirmaşanê bi panahiya 8547 hezar kîlometiran wek nawenda parêzgeha Kirmaşanê xwediyê girîngiyek taybetî û sitratêjîke.

Şaristan ji 4 herêman û 13 navçeyan pêk tê û xwediyê 825 gundan e, û nifûsa wê pitir ji 990.368 hezar kesane.

Kirmaşan wek mzintirîn bajarê Kurdan ê cîhanê tê mêze kirin ku xwediyê gelek taybetmendiyên baş û balkêşe.

Bajarê Kirmaşanê li dîrokê de wek deriyê hatin çûna Qara Asiyayê bo mezopotamiyê tê mêze kirin. Av û seqaya bedev û hebûna çiyayên bilin û serkeş wek Şaho û Bêstûn û Çiyayê Sipî û derbas bûna çemên wek: Raz awer,Qeresû, Gamasiyab, Setmere û Kerxe wek dayikekê Kirmaşan û xaka vê li hembêz girtine.

Seba vê av û seqaya bedev a Kirmaşanê 273 hezar hektar zeviyên çandiniyê hene ku ji vê hindê 58 hezar hektar avî û yên din dêymî ne.
Kirmaşan wek nawenda Rojavayê Îranê jî tê mêze kirin û di nava gelên din de wek bajarê dayika Kurdistanê tê binav kirin.
Kurdên herêmê hemû bi zaravê Kelhûrî,Lekî,Soranî,Lorî dipeyvin û praniya wan Şîe ne, lê di herêmê de gelek Kurdên Yarsan jî hene ku ev ne musilmanin.
Nave Kirmaşanê ji devrana Sasaniyan li ser wî bajarî hatiye danîn. Li devrana Îslamî de navê bajar bo “Qere Mîsin” hatiye bedel kirin.

Di pirtûkên kevnar de ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, navê bajar bi May û hin caran bi Mad hatiye nivîsandin. Gelek ji lêkoler û dîrok zanan dibêjin û nivîsandine ku navê Kirmaşanê di esil de Kurmancan bûye ku ji peyva Kirmanc yan Kurmanc hatiye wergirtin.
Di destpêka serhildana gelên Îranê a sala 1357’an, navê bajar bi fermana melayan bo Baxteran hate guherîn,lê li encama berxwedana xelkê û nerazîbûna gel rejîmê paşekêşe kir û her bi navê Kirmaşanê razî bû.

Kurdên Kirmaşanê gelek xwedî hest û Kurdperwer in û di pêxema gelê xwe de gelek nirxên mezin dane. Di bajêr de gelek çapemenî hene lê piraniya wan siyasetên dewleta Îranê a li dijî Kurdan û înkara nasnameya Kurdiniyê birêve dibin. Ev rojname û çapemeniyên ku karê çandî û wêjeyî dikin hemû ji aliyê dewletê ve tên daxistin.