Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Îsraîlê binkeyekî Spaha Quds li Sûriyê kir bi armanc

17:30 - 25 Çirriya paşîn 2020

Balafirên Îsraîlê binke û enbara cebilxaneya Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst li sûriyê bombebaran kirin ku di encam de çendîn endamên wê saziya terorîstî hatine kuştin.

Roja Çarşemî 25ê Çirriya Paşîn, “Saziya Çavdêrî ya Mafê Mirov li Sûriyê” daye zanîn, ku niveşeva 24ê Çirriya Paşîn, balafirên Îsraîlê binkeyên Spaha Quds û milîsên girêdayê rejîma Îranê li derdora bajarê “Demişq”ê  bombebaran kirine, ku di encam de zêdetir ji 8 kes ji hêzên girêdayê rejîma Îranê hatine kuştin û enbareke cebilxaneya Spaha Quds û Hizbullaha Lubnanê jî hatiye teqandin.

Pêka zaniyariyan, Îsraîl bi erêkirina Amerîkayê êrîşên xwe li ser binkeyên rejîma Îranê li sûriyê zêdetir kirine ku armanca wan êrîşan kêmkirina karlêkerî û bandora leşkerî ya Spaha Pasdaran a terorîst li sûriyê ye.

Arteşa Îsraîlê Spaha Quds bi danîna mîn li sînorê “Colan”ê tawanbar kiriye ku ew kiryara rejîma Îranê binpêkirina biryarên girêbesta sala 1974an e ku aramiya deverê bi dijwarî dixe metirsiyê.

Rejîma Îranê pêka siloganên xwe ku jinavbirina Îsraîlê ye, tev hewlên xwe bo derblêdan û kuştina xelkê Îsraîlê dide û tev hêzên ku li dijî Amerîka û Îsraîlê ne, ji aliyê rejîma Îranê ve têne xwedîkirin û piraniya hewcehiyên malî û cebilxaneyên wan dabîn dike.