Kerîm Perwîzî
Kiryar û tevger li cîhana sehpêkirî yan berhest de tev li cihekê de destê pê dikin û di cihekê de bi dawî dibin. Bi vê wateyê ku her tevger û her kiryarek diçe nav çarçêveya bûyereke demkî de ku girêdaiyî demê ye û herwisa derbazbûna demê, ev bûyer tê guhertin yan dawî pê tê û seh bi hebûna wê li cîhanê de nayê kirin.
Lê, bo derbasbûna ji dawî zeman û demê, rêyek heye ku ev jî girêdayî bi cîhana hizir û ramanê ve yan cîhana damalîna ji demê ye. Li cîhana ber awez yan hemen peywendîdar bi hizir, hêvî û ramanên paramêtra bi navê demê bandor nîne, belkî rêkkeftin û şibandina digel fektorên çarçêveya mêjî û bîrkirina kesan de, dewreke bandordar heye. Di rastiyê de şibadin dibe cihgirbûna demê û virda her takek digel wêp bîrkirinê nasyar be wer digire û dubare dibe sedema jidayîkbûna hizir û ramanê.
Li civaka mirovahiyê û di Kurdistanê de jî, her takek rojane û salane hezaran kiryar û kirdaran wî/ê dibe û peywendî bi takên din re girê dide ku piraniya wan kiryaran demkî ne, yanî girêdayî demê ne û bi derbasbûna demê, bandora wan bi dawî dibe û di rastiyê de bûyer dimire.
Renge di civakê de gelek caran çê bibe ku, takek bi sedemekê heta bi awayê bi zanebûn jî canê wî/ê jê bê standin û desthilata dadweriyê, bona sererastkirina hêla berdewamiya jiyanê cezayekê bo tawanbarê kujer destnîşan bike û li nav hin desthilatan de jî, heta bikuj tê bidarvekirin da ku hevsengiya mirin û jiyanê hatibe ragirtin û mirovek li hemerî canê mirovek din de bê kuştin û bi vî awayî civak seh bi aramî û rihetiyê bike ku êdî dubare her tişt li cihê xwe de ye û bi vî awayî mirina bikuj û yê hatî kuştin dibe bûyerek demkî û bi derbasbûna demê, civak wê ji bîr dike.
Lê hin mirov hene ku jiyana wan û mirina wan bi girêdana bi demê ve derbas dikin û ew fektora hizir û awezê tînin ber çav û baweriya xwe. Di rastiyê de kiryarekê encam didin ku di hizira mirovên din de weke nivîsa li ser keviran hil dikolanînin û fektora şibandina digel bawer û hêviyan bûyerek e ji bûyereke asayî ve derbas dike û kincên dembûnê liber derdixe û li cîhana ber awezî de dibe bi bikirek hişyar.
Mirovên han ev in ku di jiyanê de pêşmerge ne û dawiya jiyana wan dibe destpêkek din. Bi mirina wan dibine şehîdek ku êdî tev sînorên demkîbûnê derbas dikin û hundirê biyava hermanê dibin.
Êdî li pêxema şehîd de neku kuştina kesek, belkî canstandina dehan kesên din jî, nikare hevsengiya dem û demkîbûnê li ser bûyerê de bisepîne, çimkî şehîd takek hatî kuştin nîne ku bi bûyerekê tê de cûbe, belkî mirina şehîd, hişyarbûn û liber xwe derxistina kincên demê û jixwekirina kincên bûn bi hêma û gihîştin bi bilindahiya bawermendiyê ye. Mirina şehîd tev fektorên dem û cîhana berhest derbas dike û li memliketa herman de bangeşeya berdewamkirinê dike û bangeşeya rêwîngên din dike.
Her lewma şehîd namire û li nîştimana bawer û hizirê de rêber e.