
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku 50 kes, şirket û gemiyên pêwendîdar bi veguhastina neft û gaza Îranê xistine nava lîstê nû yê dorpêçan, û ev şirket li Çîn, Îmarat, Hong Kong û Panamayê de ne û vê tora veguhastina neft û gaza Îranê bi milyardan Dolar alîkarî dane rêjîma Îranê bo hinardekirina neft û berhemên neftî û çavkaniyên girîng a dabînkirina malî bo rêjîma Îranê û piştevanîkirin li girûpên terorîstî bûne.
Pêka vê raporê dehan gemî yên navgana sîber, wizgehek a nefta xaw li Çînê, û palavtingehek a naskirî bi “Tî Pat”, armanca vê dorpêcê bûne.
“Scott Bessent”, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê ragihand: “Wezareta Xezînedariyê bi jikarxistina aktorên bingehîn ên maşîna hinardekirinên wizeya rêjîma Îranê, qasa dahata nexdî ya rêjîmê kêm dike, bi wî awayî, dewleta Donald Trump şiyana rêjîma Îranê bo dabînkirina malî ya girûpên terorîstê yên gef bo ser Amerîkayê rastî kêmbûn û aloziyan dike.