Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bê nan û azadî

12:38 - 8 Gulan 2022

Kerîm Perwîzî

Di heyama wan rojan de, desthilata tijî ji dad, xweşderbasî, xêr û bereketê di Îrana kavil de ragihand ku vir şûnda alîkariyên hikûmetê ya li derheq ard û nan namîne û êdî di bazarê dê nirxa ard û nan azad dibe.

Ev biryara rejîmê di yek şevê de nirxa ard, an, şîrînî, keyk, makronî û bi kurtasî her tişta ku peywendî bi ard ve hebe sê hember zêde kiriye û ev welatiyên ku li roja Duşemî xwarina demek ji makroniyê 20 hezar Tumen mizaxte dikirin, diviya roja Sêşemî 60 hezar Tumen mizaxte bikirina! Yanî li heyam kêmtir ji 24 demjmêran de nirxa nanxwarinê ji sedî 300 bilind bûye!

Hefteyek berê, li ser sînûrê bajarê Newsûdê li Kurdistanê, hêzên serkutker ên rejîma cemarana koloniyalîst, destdirêjiyek serberedayî li dijî girûpek ji kolberên Kurd encam dan û di vê destdirêjiyê de çendîn kes ji kolberên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin, dehan malbat xembar kirine, koma malbatên ku heya vê roja ku bo carek ji xwarina makroniyê, perê 20 hezar Tumenî ên makroniyê jî tunebûn, hefteya piştire demaku makronî û nan ji sedî 300 nirxa vê bilind bûye û serpereştê malê an dabînkerê nanê mala wan jî, di jiyanê de nemaye heta ku parek ji sê carên xwarina rojane ji wan re dabîn bike!

Her hefteyek berî vê destdirêjiyê, li Zanistgeha Îlim û Sene`ita Tehranê ku kevtirîn Danişseraya Îranê ye û piştire bûye bi zanistgeh û ciwanên xelkê dibe vir hînî zanista îroyîn bên kirin, hêzên Herasetê ji xwandekaran re rê nedane da ku herin zanîngehê, çimkû hinek ji rûyê dest û porên wan diyar bûye!

Ev arîşeyên han piçûktirîn mînakên vê siyaseta gendel û wêranker a rejîma Xomênî û Xamneyne ku silogan diqîriyan, dê xelkê Îranê bigînin bi meqamê mirovahiyê. Lê, netenê ku ev negihandin bi meqamê mirovahiyê, ev meqamê ku renge heta qasekî li devra Pehlevî de ji wan re mabû, dehan pileyan anîne xwartir jî.

Li cîhanê de sîstemên siyasî du îdiayên wan hene, hinek ji wan ku îdi`a dikin, cem wan azadiya tak û mirovan girîngitire û ew yasayê li ser esasê azadiya mirovan dadirêjin, êdî ev mirova dibe bi azadî lê, li ser şansê xwe jiyana xwe birêve bibe, ên wisa jî hene ku îdi`aya vê dikin ku dixwazin dadperweriya civakî dabîn bikin û dibêjin mirov nan hebû azadî jî bi dest tê.

Lê, îdeolojiya dije mirovî ya Wilayeta Feqî, li derveyî wan sîsteman de ye û tenê mînak Koreya Bakur û Somalî ye ku wekî wê rejîmê hene, ew hem xelkê birçî dikin û hem jî azadiyê ji xelkê distînin û herçiqas serweta welat jî heye bona çêkirina mûşekan mizaxte dikin, çawaniya azadiyê ji xelkê standine, ji wan ditirsin û ji vehşeta herfînê de ev wisa dizanin ku çekên giran wan diparêzin, her bi vê sedemê ye jî bi hêsanî destdirêjî li ser xelkê dikin û nanê wan jî qut dikin da ku, mizaxteya mûşekên xwe derbixînin. Di Îrana wêran de, ne nan heye û ne jî azadî.