Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêçare Xamineyî

22:03 - 8 Gulan 2013

Şehab Xalidî

Xamineyî ku di wan salan de nîşan dabû ku bona yekdestkirin û nehêlana nakokiyan di navbera aliyên curbcur ên nîzamê, çi hunerek heye, lê niha ew li rewşek pirr aloz û dijwar de dijî. Wî heta kesekî wek Refsencanî, yan ew hemû alîgirên wî ku xwe jêre didan kuştin û niha bûne reformxwaz, yan Ehmedînijad ku niha ji xwe re bûye serokê “baskê Înhirafî”, ji dest dane. ji aliyek din ve, di vê rewşa pirr xirap ya aborî de, Xamineyiyê bêçare dibe hostatiya hilbijartinekê bike ku renge dîsan bê alozî bidawî nebe.

Niha Ehmedînijad êdî ne tenê ew Ehmedîijadê caran nine ku bîr û rayên wî nêzîkî rêber bin, belkû wî bi du sedeman xwe ji rêber dûr xistiye, û dilê wî êşandiye. Ya yekemîn bi vê sedemê ku bikare xelkê bêzar û dijî Xamineyî li dewra xwe kom bike, ya duyemîn jî ew e ku dixwaze weha nîşan bide ku eva Xamineyî wek weliyê Feqîh e ku li hemberî wan hemû tehrîman û xirapiya rewşa aborî de berpirsyar e, ne serkomar.

Xamineyî ku di dema helbijartinên sala 1388’an (2009’an) a serkomariyê de, piştevaniya wî ji Ehmedînijad bi nirxek giran bidawî bibû, niha heke bixwaze dijatiya Ehmedînijad di dawî rojên wî de bike, bê guman wê encam û xisarên pirr mezin bo wî û hitbar û kesayetiya wî wek weliyê feqîh hebe, lewra ew di ew di navbera nal û bizmaran de asê maye.

Ew dibe dîsan li vê rewşa pirr xirap a siyasî û aborî de û di navbera Usulxwazan, reformxwazan û baskê Înhirafî de, riyekê bo birêveçûnq hilbijartineke bê alozî û bê kêşe peyda bike, û bê guman biryara wan ya bo birêvebirina du hilbijartinên wek ya serkomarî û ya Şorayan her di vê çarçoveyê de ye. Lê Xamineyî ku rojên pirr dijwar derbas dike, vê carê piştgiriyên wî ji kesekî diyarîkirî, dê çi nirxeke giran bo welat hebe, di dema hilbijartinan de ew yek dê eşkere be.