Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bertekên li hember gelala li jêr navê “siyanet ji mafê bikarînerên înternêtê”

12:23 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2021

Rejîma Îranê li jêr navê siyanet ji mafê bikarînerên înternêtê, gelaleyek di meclisêde pejiran û gorî wê biryara kevnarperwerane ye rejîmê, xelkê Îranê ji peywendiya digel cîhan gundekî biçûke, tête weqetandin.

Pejirandin û sepandina wî terhî bi ser xelkê Îranê de, gelek bertek bi du xwe de anîn.

Saziya Lêborîna navnetewî ji rejîma Îranê daxwaz kiriye ku xelkê ji înternêtê bêpar neke û hebûna înternêtê di wî serdemî de mafê herî destpêkiye mirovane.

Herwisa saziya rêportêrên bê sinûr jî qutkirin û çêkirina berbestan bo xelkê ku nekarin mifahê ji înternêtê wergirin ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Herwisa di navxwe û derweyî Îranê, ji aliyê saziyên cuda cuda û xebatkarên medenî û siyasî ve, ev biryara rejîmê, cehd kirin bo evê ku Îranê jî bikne Koreya Bakur dane zanîn.

Rejîma Îranê di demekê de ku xelk berdewam bi dijî rejîmê li xwenîşandan û nerizayetiyê dane, yek ji armancên rejîmê ji qutkirin û berteng kirina li ser Înternêtê ewe ku nehêle deng û dîmen û rastiya di nava Îranê de bigîje ber çav û guhê dunya ya derwe û peywendiya xelkê Îranê di gel hemî kesê bête qutkirin.