Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwîna hevpar!

19:26 - 7 Îlon 2019

 Kerîm Perwîzî

Xwînên wek hev, yan jî xwînên ku cureyên wan nêzîkî hev in, weke pênase û pîvana nêzîkatiya mirovan têne binavkirin. Ji bo mînak dema ku di çanda Kurdan de behsa mirovekî dikin ku pêwendiya malbatê bi wî re heye, tê gotin ku ji xwîna me ye yan jî em hevxwîn in. Hevxwînbûn û ji xwîna malbatê, amajeya nêzîkatî û pêwendiyeke civakî a herî nêzîk e.

Behsa hevxwînbûn û ji xwîna hev, gihaye mijara pênaseya nijad û netewe. Lêkolîn û şopandinên pir berfireh hatine kirin ku nîşan didin çawan xwîna wek hev û nêzîkî hev, bandorê dike ser cendek, rû û riftara mirovan. Herwisa amajeyê dike ser cudahiya di navbera nijadên cuda de. Wekheviyên di wê girûpa nijadî de jî destnîşan dike.

Teoriya taybet bi netewe û pênaseya netewî jî di heman pêxemê de derketiye holê. Bi vî rengî, faktereke netewebûna girûpeke mirovan, girêdayî warê jênêtîk û xwîna wekhev û nêzîkî hev e.

Teoriyeke din a netewebûnê, xebat û vîna xelkê weke bingeh dibîne û dibêje ew gelê ku vîneke hevpar hebe û di pêxema vê vîna hevpar de xebatê bike, di rêbazeke dîrokî de ewê pênaseya neteweyê li xwe bigirin.

Di derbarê Kurdan de jî dema ku mirov li dîroka wan dinêre û fakterên cuda ên wan dinirxîne, mirov digihe ser vê encamê ku ew ji hemû neteweyên din cuda ne û parek ji ti neteweyeke din nîn in. Kurd bixwe neteweyeke cuda ye û taybetmendiyên wî ên netewî hene.

Faktereke girîng jî ku netewebûna Kurdan diselmîne, mijara xwîn e.

Eger em zêde derbasî mijara nijad jî nebin ku bi paramêtrên jênêtîkî di wir de jî Kurdan xwîna taybet a xwe heye, lê belê ji wê jî girîngtir faktera xwîn e ku weke xebat û vîna netewî tê binavkirin.

Kurdan ne tenê di pêxema vîna netewî de xebateke demdirêj û watedar domandine, lê belê gelek caran jî xwna wan li ser axa Kurdistanê tevlî hev bûye. Ew jî bi komkujî û qirkirina wan ji aliyê dagirkaran ve û bi fîşek û mûşekên heman hêzan bûye. Ti cudahiyeke nav û nasname û tak û girûpên wan qurbaniyan li cem dagirkar nîn e û tenê bi sedema Kurdbûnê, xwîna wan hatiye rijandin.

Bi biryara cîhadê a Xumeynî li dijî Kurdan, kuştina xelkê li gund û bajaran, bombebarana bajarên Kurdistanê, jehrîkirina kadr û pêşmergeyên Kurdistanê û jin û zarokên wan, darvekirina bi komî a xortên Kurd û êrîşa bi mûşekan a li dijî xebatkarên Kurd, xwîna wan weke neteweyek li hev civiya ye û tevlî hev bûye. Xwîna wan ji aliyê dujminekî hevpar ve li ser axa Kurdistanê hatiye rijandin.

 Heman xwîna hevpar, bihevrebûna netewî çê dike.