Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîna kurdperwerekî Farqînî

11:19 - 9 Gulan 2022

Lokman Polat

“Dr. Qasimlo kûrsiya Zanîngeha Parîs Sorbonê berda û çû çeperan. Ew di nava lîderên siyasî de yê herî rûken ê kû min di jiyana xwe de dîtibû.”

Pirtûka bîranînên Dr. Yekta Uzunoglu bi navê ”Bîranîn 1” di nav weşanên ”Sîtav”ê de li Wanê derketiye. Pirtûk 190 rûpel e. Ji navê wê jî diyar dibe kû ev pirtûka yekem e, hêj berdewama wê jî heye.

Dr. Yekta Uzunoglu bi bursa rewşenbîrê kûrd î navdar Kamuran Alî Bedîrxan li Pragê/Çekoslovakyayê kû paşê çekî û slovakî kû du neteweyên nûjen bûn û bi riyeke aşîtî a modern ji hevdu veqetiyan bê kû, ji poza yekê xwîn were û bûn du dewletên cuda ên serbixwe. Navê yekê bû Çekya û navê ya din bû  bi Slovenya.

Birêz Yekta Uzunoglu li wir dixwîne, dibistana bilind diqedîne û dibe doktor/pijîjk. Ew li wir bi gelek rewşenbîrê Çekyayê re û herwiha bi rêberê kûrd ê modern, serokê Hizba Demokrat a Kûrdistana Îran/PDKÎ ê şehîdê Kûrdistanê birêz rahmetî Qasimlû re dibe nas, dost û heval. Yek ji wan dostê wî jî Vaclav Havel ê kû paşê dibe serkomarê Çekoslovakyayê.

Pirtûka bîranînên Dr. Yekta piştî pêşgotinê bi hevpeyvîna kû wî bi xwe bi Casimê Celîl re kiriye dest pê dike. Hevpeyvîneke gelek hêja ye, divê xwendevanên kûrd vê hevpeyvînê bixwînin û fêr bibin kû, kûrdên Kafkasyayê çi zehmetî kişandine.

Digel hevpeyvîna bi Casimê Celîl re, di vê berhemê de hevpeyvînek jî bi Prf. Dr. Heciyê Cindî re heye. Xwendevan bi wan hevpeyvînan hem jîyana wan a zor û zehmet hîn dibe, hem jî bi jiyana wan re qirkirin û sirgûnkirina kûrdên êzdî hîn dibe. Bi wan hevpeyvînan mirov jiyana belengaz ya civaka kûrdên êzîdî a di navbera salên 1900'an heta salên 1980'an dibine. Casimê Celîl di hevpeyvîna xwe de behsa hîmdarê romana kûrdî Erebê Şemo jî dike, kar û xebatên wî tîne zimên.

Dr. Yekta diçe Erîwanê û li wir bi Prf. Dr. Heciyê Cindî re hevpeyvîn çêdike. Heciyê Cindî jê re behsa serborî û xebatên xwe dike, behsa pirtûka xwe a bi navê ”Hewarî” dike. (Min ev pirtûk berê xwendibû û derbarê wê de gotarek nivîsîbû. L. Polat.)

Dr. Yekta di bîranînên xwe de behsa alîkariya kû bi Omer Çetîn re kiriye û bûye alîkar kû Omer Çetîn û şehîdê doza Kûrd û Kûrdistanê Necmetîn Buyukkaya aniye Ewropayê. Bi alîkariya Dr. Yekta ev herdu siyasetmedarên kûrd ji Libnanê hatine Çekoslovakyayê û paşê ji wir jî çûne Swêdê.

Di bîranînan de diyar dibe kû têkiliyên Dr. Yekta bi kûrdên Sovyeta berê re gelek baş û germ bûye. Ew hem çûye serlêdana wan û hem jî wî û Qanadê Kûrdo, Heciyê Cindî, Xelîlê Çaçan û … hwd, ji hevre name şandine. Orîjînala çend nameyên destnivîs jî, di nav rûpelên pirtûka bîranînê de hatine weşandin.

Dr. Yekta bi navê ”Mizgîn” kovareke kûrdî li Almanyayê diweşîne û derbarê kovarê de û astengiyên kû derdikevin pêşiya weşanê, û bi taybetî astengiyên kû dewleta Tirk derdixe qal dike. Herwiha ew di derbarê çapxaneya ”Agrî/Ararat” kû, yekemîn çapxaneya kûrdan a li Ewropayê bûye gelek agahdarî dide.

Xortekî 19 salî ji Farqînê radibe û diçe Parîsê û ji wir jî diçe Pragê. Lê gelek tişt têne serê wî. Tê girtin, dikeve zindanê, çenite û paşporta wî tê dizîn. Serpêhatî û serboriyên Dr. Yekta balkêş in û hêjayê xwendinê ne.

Di pirtûkê de ji bo damezrandina ”Enstîtûya Kûrdî ya Parîsê” agahdarî heye. Ew dibêje fikra damezrandina Enstîtûyê ji aliyê Mîr Kamuran Bedirxan ve hatiye pêşniyazkirin. Lê, çi heyf kû temenê wî têr nekir kû beşdarê nav damezrevanên Enstîtûyê bibe. Avahiya Enstîtûyê jî’ li ser milkê Mîr Kamuran hatiye saz kirin.

Dema Dr. Yekta diçe Çekoslovakyayê Doktor Qasimlû û Muhsîn Dîzayî jî li wir in. Ew di ”Komela Yekîtiya Xwendevanên Kûrd” de bi hevdû re kar û xebat dikin.

Çekoslovakya sosyalîst a piştgirê Saddam Huseyin kûrdan digre dişîne Baxdayê û Saddam wan îdam/darve dike. Dr. Yekta û hinek kûrdên wir diçine balyozxaneya Swêdê û li wir dest bi greva birçîbûnê dikin. Ev çalakî li cîhanê, di masmediya cîhanê de, di raya giştî a cîhanê de nav û deng dide, bandor datîne û lewra jî hikûmeta/rejîma Çekoslovakyayê hinek kûrdên kû girtine û dê wan bi şandina Baxdayê kû Saddam ew îdam bike, ji ber raya giştî a cîhanê neçar dimîne û wan kûrdan berdide, azad dike.

”Xaça sor”, ”Hîva sor”, hene, pijîjkên/doktorên kûrd jî, bi navê ”Roja Sor” a kûrd ava dikin, dadimezrînin û bi doktorên sînûrnenas re têkilî datînin û paşê komek doktor, Dr. Yekta jî bi wan re diçine rojhilatê Kûrdistanê, herêma kû ji aliyê pêşmergeyên leheng ên Hizba Demokrat a Kûrdistana Îranê ve hatibû rizgarkirin. Ji bo kû ew dem dema şer e, şer heye, nexweşxaneya seyar ava dikin. Tişteke balkêş ev e kû; di nav doktorên sînûrnenas de ji blî doktor Yekta yek doktorekî kûrd ji Ewropayê naçe rojhilatê Kûrdistanê. Li Ewropayê bi dehan, belkî jî bi sedan doktorên kûrd hene, hebûne. Lê, neçûne. Doktorên kû çûne li Mehabadê Doktor Qasimlû dibînin û dest bi kar û xebata doktoriyê di nav gelê kûrd de dikin.

Dr. Yekta ji bo rêberê kûrdên rojhilat, serokê PDKÎ van gotinên hêja, baş û xweş dibêje :

”Dr. Qasimlû kûrsiya Zanîngeha Parîs Sorbonê berda û çû çeperan. Ew di nav lîderên siyasî de yê herî rûken ê kû min di jiyana xwe de dîtibû. Di temenekî gelekî ciwan de ji bo perwerdehiyê çûbû Ewropayê. Di şert û mercên gelekî baş de perwerde dîtibû. Beşek dirêj a emrê xwe li bajarê Pragê derbas kiribû.” Binêr rûpel 91.

Dr. Yekta dema li rojhilatê Kûrdistanê bûye, ew bi pêşmergeyên qehraman/leheng ên Hizba Demokrat a Kûrdistana Îranê re beşdarê şerê Senendejê û piştire beşdarê şerê Baneyê bûye. Paşê jî li ser daxwaza rêber Qasimlû derbasî devera Şikakan bûye.

Dr. Yekta heşt/8 meh li rojhilatê Kûrdistanê di qada şer de li gel pêşmergeyên leheng ên PDKÎ dimîne û paşê vedigere. Vegera wî jî gelek bi zor û zehmet bûye. Ew tê Parîsê, li Parîsê bi gotina wî çenteya wî bi pasport, deftera rojnivîsê û hemû tiştên di tê de ye tê dizîn.

Di vê berhemê de jiyana li gel Dr. Qasimlû bigre heta Kamûran Alî Bedirxan, avakirina Enstîtûya Kûrdî ya Parîsê heta yekem weşanxaneya kûrdî li Ewropa ya îllegal, têkilî û dostaniya li gel gelek kesayetî û dostên kûrdan yên Ewropî û gelek ên din cih digirin.

Dema Dr. Yekta diçe Tehranê, Dr. Şerefkendî tê pêşvaziya wî dike û wî dibe mala xwe a li Tehranê. Dr.Yekta ji bo Dr. Şerefkendî weha dibêje :

“…….Dr. Şerefkendî, ew hevalê kû çend sal bûn me hevdû nedîtibû, carekî din, li pêşiya min bû. Wekî her car rûken, kûbar û jêhatî. Di vê atmosfera tirs û strêsê de dîtina wî, derketina tîrêjeke rojê bû ji min re, stêreka geş bû di esmanê tarî û lêl ê min de….

Di rê de bi zimanekê şîrîn, sakîn û nermîn aşkera kir kû, li dema lêpirsîna min ji aliyê pastar û kincşexsiyên li balafirgehê ew jî, li wir bûye û ji dûr ve ez şopandime û bi xwe meslehet zaniye kû nêzîk nebe. Kerem kir kû şoreşa îslamî ev e bira. Me digot bila şah here, ne kû rejîmeke ji wî xerabtir were. Di vê gotinê de pozîsyon û helwesta wî li hember rejîma îslamî bi başî û zelalî derdiket û heya kû em gihiştin mala wî, berdewam li ser zilm û zordariya Xomeynî û rejîma îslamî ji bo min axifî…

….Semîmiyet, nêzîkatî û kûbartiya Dr. Şerefkendî bêhempa û bêsînûr bû û di her liv û hereket yan gotineke wî de ev nêzîkatiya xwe nîşan dida. Bi rastî jî ew alimekî mezin bû. Min qet bawer nedikir kû dê rojekê ew bi xwe jî li ser çiyayên Kûrdistanê di nav pêşmergan de bijî û bibe rêberê wan, ji ber kû gelek nazik, medenî, kûbar û ilimdar bû..Binêr rûpel 174/175.

Dr. Yekta li Tehranê diçe serlêdana helbestvanê navdar ê nemir ”Hejar”. Ew weha dibêje:

”Em çûn cem birayê wî yê mezin ”Hejar” kû helbestvanekî nemir e. Bi dîtina mamoste Hejar her tiştê xerab û hovîtiya rejîma îslamî kû li Tehranê hukim dikir, li bîra min çû û bi carekê bû Bihar. Te digot qewî/keviyên berfê heliyane û li şûna wê kûlîlk derketine. Li ba mamoste Hejar her tişt çand bû û ji me xwest kû em biçin sûkê û pirtûkên kevn bibînin. Em jî çûn û tevahiya rojê me li wê sûkê derbas kir. Hema çiqas pirtûkên kevnar û qedîm ên Îranî hebûn, wekî min fahm kir li wê sûkê bûn. Îca her ji ya Omer Xeyam bigre heya pirtûkên kû bi dest hatibûn nivîsandin û gelek wêne û tabloyên destçêkirî ên qedîm jî hebûn. Mamoste Hejarê rehmetî got : ”Ev der buheşta min e.”

Ew dem gelek taybet bû û gelek kesên xwende, zana û dewlemend jî dixwastin kû terka Îranê bikin û pirtûkên xwe kû tu car diviya nehatiban firotin, difrotin ji min re xerîb û nedîtî bû. Di rastiyê de ev sûk ji mamoste Hejar re bibû buheşt, pirtûkên kû li mûzexanê yan pirtûkxaneyên gelêrî jî reng bû tunebana û bi nirxekî erzan dihatin firotin.

Mamoste Hejar hesreta xwe ya bi deh salan li wir bi dawî dikir û piraniya pirtûkfiroşan ew nas dikirin û em ji bo çayê vedixwendin û pirtûkên xwe nîşanî mamoste Hejar didan. Wî jî pirtûk ji destê wan distand û lê dimeyzand. Xuya bû kû hem kêfa wî dihat û hem jî dilê wî dişewitî kû çima ew pirtûk ketine sûkê û li pirtûkxaneyên gelêrî nahên cîhdayin.

Şoreşa îslamî her tişt tevlîhev kiribû, çand, dîrok, senet û … hwd. Her tişt li sûkan bû û buhayên xwe yên dîrokî winda kiribûn û wekî bayîcan û pîvazan dihatin firotin.” Binêr rûpel 176.

Rewşenbîrê kurd Dr.Yekta Uzunoglu deh/10 ziman zanê. Wî baş kiriye kû bîranînên xwe nivîsiye. Xwendevan ji bîranînên wî gelek tişt fêr dibin. Wî di rêxistina doktorên sînornenas de xebat kiriye, ji destê serkomarê Çekyayê ”Xelata Mêrxasiyê” wergirtiye. Ew 8 mehan di sengerên qada şer de, digel pêşmergeyên qehraman li rojhilatê Kurdistanê wek doktorekî jîr û jêhatî pêşmergeyên birîndar derman kiriye, ji bo doza kurd û Kurdistanê, ji bo azadiya gel û rizgariya welat têkoşiya ye, ji bo kurdan dewletbûnê (federal yan serbixwe) parastiye. Û herdem yekîtiya kurdan daxwaz kiriye.

Ev pirtûka kû min xwend berga yekem e. Bîranînên wî didomin. Bi hêviya kû berga 2 jî were weşandin û têkeve destê xwendevanên kurd.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine