Azad Kurdî
Di bere-berê salvegera derketina Amerîka ji lihevhatina welatên 5+1 a berê ligel rêjîma Îslamî ya Îranê, Dewletên Yekbuyî yên Amerîka derb û gurza duyem û girantir li rêjîma Îranê xist. Bi awayekî fermî Wezareta Karê Derve ya Amerîka, Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê xiste nav lîsteya grupên terorîstî.
Piştî ku rejîma Xomêynî di sala 1979’an de desthilat bidestve girt, di heyamê çend mehand de bilez Sipaha Pasdaran û çend saziyên din ên leşkerî û sîxorî bona afirnadina cinayetan û qirkirina nerazîbûnan û azadîxwazan hatin avakirin. Êdî Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî bû cihgirê sereke yê Arteşê. Arteş heta niha jî be, kirin hêzeke bê bandor û bê desthilat.
Sipaha Pasdaran ji 2 şaxeyan pêk tê :
Şaxeya yekem di qada navxweyê Îranê de kar dike û hemû liv û tevgerên azadîxwaziyê qir dike. Bo mînak şer û dijberîkirin bi hemû awayan ligel tevgera rizgarîxwaziya Rojhelata Kurdistanê.
Şaxeya duyem a Sipaha Pasdaran, di asta herêmî û derveyî Îranê kar dike û bi Sipaha Quds tê naskirin ku pasdarê terorîst Qasim Silêmanî serokatiya vê şaxeya Sipahê dike û taybet di bin fermana Xamineyî tenê kar dike. Mesrefên vê taya Sipahê bê sînor in. Di hemû kiryarên terorîstî û teqînan ku li dijî Amerîka û welatên Rojava de û bi gtaybet li dijî tevgera azadîxwaziya Kurdistanê li gellek ciyên cîhanê pêk hatin, Sipaha Quds rêve birine. Li hemû destwerdan û aloziyên van salên borî de li welatên Iraq, Sûriye, Lubnan, Yemen û Efxanistan û … de rola Sipaha Quds a Îranê û Qasim Silêmanî yekem e.
Lê di 40 salên borî de heta niha, hêşta Amerîka biryareke wiha tund li dijî Îranê nedabû. Girîngiya vê biryara dîrokî û biwêr di çend waran de ye :
Yekem : Bi vê biryarê, bo yekemîn car di dîrokê de, hêza fermî ya welatekê kete nav lîsteya saziyên terorîstî ya Amerîka. Biryareke girîng û dîrokî bû ku dê rejîma Îranê ligel lêger û pisrgirêkên mezintir rûbirû bike di astên navneteweyî, herêmî û navxweyî. Ji ber ku rejîma Îranê ji vî zimanî zêdetir li çi tênagîje.
Duyem : Bi vê biryarê, bandora gerra nû ya dorpêçên aborî li ser Îranê xurttir dibe. Sipaha Pasdaran kartela mezin a aboriya Îranê ye. Ji ber ku zêdetirî 85 ji sedê ya aboriya Îranê di bin desthilat û pavana Sipahê de ye weke hêzeke leşkerî, lewma ev yek hemû nexşe û planên rejîmê tevlihev dike û bandora dorpêçan çend qat zêdetir dike.
Sêyem : Bi vê biryarê, di asta navneteweyî de, çavdêrî li ser liv û tevgerên Sipaha Pasdaran û dem û dezgeh û rêveberên wê zêdetir dibin. Heta egera pêkhatina şer û pevçûnan jî di navbera şaxeya Sipahê a Sipaha Quds de heye ligel Amerîka û Îsraîlê li welatên ku hêzên Sipaha Quds aloziyan pêk tînin.
Çarem : Bi vê biryarê, berheqî û rewatî bi xebata tevgera rizgarîxwaziya Rojhelata Kurdistanê di 40 salên borî de tê dayîn. Tevgera rizgarîuxwaziya kurd jî divê bi awayekî baş mifayê ji vê biryarê bistîne. Ji ber ku 40 sal bû qet biryareke wiha girîng li dijî hêza herî xwedî desthlat li Îranê nehatibû dayîn. Ligel ku Amerîka diviya gellek mêjsal berî niha ev biryar li dijî Sipaha teror^sit bidaya, lê di vê qonaxê de jî her direng nebû û dikare bandora xwe hebe.
Pêncem : Bi vê biryarê, Nerazîbûnên gel li hemû Îranê berfirehtir dibin, ji ber ku dorpêçên aborî û ev biryare jî bûye sedem ku Îran di dijwartirîn qonaxa jiyana siyasî û aborî ya xwe de bijî. Lwma xelk êdî zevta evqas zext û bêdadiyan nake û dibe ku serhildan û nerazîbûn berfirehtir bibin. Dibe jî ku Sipah ku niha bi vê biryarê har bûye, dest bi qirkirin û komujiyan bike, ev yek jî bi qazancê xelkê xilas dibe û piştevaniya navneteweyî dê ji daxwazên xelkê bên kirin.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine