Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya dawîhatina kongireya 9 an a Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê

18:38 - 21 Îlon 2025

Ciwanên Rojhoilatê Kurdistanê!

Endam û alîgirên Yêkitiya ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê!

Rêkxistin û damezraveyên Ciwanên Kurdistanê!

Sibêdeha roja Înê 28ê Xermanana 1404a Rojî, bi beşdariya dehan nûnerên hilbijartî li kobnferansên Yêkitiya Ciwanan, 9 mîn Kongireya Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê li jêr navê “Ciwanên Derwest” û bi durûşma “Li pêxema komkirina hêza ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li tev meydanên xebatê” de dest bi karê xwe kir û bi şanaziyê ve em radigehînin ku heta demjimêrên şevê ya hemen rêkeftê, kongireya me bi serkevtiyane dawî bi karê xwe anî.

Kongireya nû ya Yêkitiya Ciwanan li rewşeke tevav dêmokratîk û li ser binyata gotûbêjên rohn, hejmarek biryar û pêspartiyên nû bo qonaxa nû ya xebat û tekoşîna me, pesend kir û herwisa endamên nû yên birêveberî bo qonaxa nû ya tekoşîna rêkxiranê hilbijart û piştre bi koma dengên birêveberiya hilbijartiya Kongireyê, rêzdar “Bêhzad Qadirî” wek Sikirtêrê nû yê rêkxiravê, hate hilbijartin.

Rêzdaran!

Nehemîn Kongireya Ciwanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê li demekê de bi rê ve ço ku rewşa deverê û navdewlatî, bi lezgînî li guherînê de ye û ev guherîn jî karlêkeriyek berfireh ne tenê bi ser Îranê, belku bi ser tevahiya wan welatan heye ku Kurdistanê bi ser wan de hatiye parvekirin. Bi balkêşandin bo ser pêşhatên vê dawiyê yên li Rojhilata Navîn û Îranê, bi taybet piştî tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê li Rojhilatê Kurdistanê ku rola karlêker û bi bandor û pêşengiya ciwanên ser şeqamên Kurdistanê da ber çavan tê dîtin ku paşeroja me rohn û li hemû waran de derfetên zêrîn dê hebîn, û derfeta bo çalakî û tevgerê û serîhildanek nû ji her demekê amadetir e.

Li naha de rêjîma îranê tûşî dehan qeyranên curbicur bûye û ew qeyran li Rojhilatê Kurdsitanê, berfirehtir in. Rewşa netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku serdestiya hizra şuwênîstiya navendê bi ser de ye, ev pirs bi tevavî ji beşên din ên Îranê cuda kiriye û vê yêkê jî wisa kiriye ku şêwaza xebata me, aliyên cur bi cur li xwe bigre û derfetên siyasî û medenî û meydanî ji dest nedin û xebatek afirankarane ber bi pêş ve bibin.

Ji aliyek din bandora tevgerên navxweyê Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê wek: Tevgera Jînayê, tevgera baykotkirina şanoya hilbijartinan û tevgera Newrozê, ji aliyek din jî wan givaşên deverî û navnetewî, rêjîm rastî dijwartirîn qonaxa xwe kiriye. Vê yekê jî deriyê hemû eger û derfetek bo tevgera rizgarîxwaziya Kurd û netewên din, vekiri ye. Vê yekê hewcehî bi rêkxistina refên netewa me bi taybet ciwanan heye. Kongireya 9 an a me, ev derfeta afirand ku rewşeke dêmokratîk de bo qahîmkirina armanc û bernameyên xwe û herwisa pêdeçon li rêkxistinên Yêkitiya Ciwanan, biryarên qedersaz bidin.

Şerê 12 roje yê li navbera Îran û Îsraîl û êrîşa rasterast a Amerîka bo ser binkeyên navkî yên Îranê û jinavçon û bêhêzbûna milîsên ser bi rêjîmê li deverê de dide xuya ku rêjîma komara îslamî, her çi qas ku li asta navnetewî de paşekêşî pêhatiye kirin û desthilata vê wek caran nemaye, lê hêj li tepeserkariyên xwe bi dijî Rojhilatê Kurdistanê, her berdewam e.

Rijdkirina givaşên bo ser çalakiyên ciwanan û çalakvanên medenî û siyasî ji aliyê dezgeha  tepeserker a rêjîmê û hewldan bo kontrolkirina jiyana rojane ya xelkê li civakê û çona nav hemû aliyên jiyana rojane ya xelkê, wêneya vê hikûmeta dîktator û qorixkariya vê tîne ber çavên me ku berî herifînê, ev şêwaz li ber xwe girtibûn lê şiyana rawestan li hember îradeya giştî nebûn. Her heyamekê berî niha ku şoreşa nû ya gelê Nêpalê bi rêberatiya ciwanên şoreşvan bi ser kevt û hikûmeta qurixker û sansorker a vî welatî li demek kurt de hate herifandin.

Ciwanên tejî hêza Kurdayetiyê!

Xebata netewî-dêmokratîk a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, hilgirê çemkên wek rizgarîxwazî, nasnamexwazî, dêmokrasî, şaristaniyet û pevrejiyanê ye û xwediyê rast ê wan çemkan, neteweyekî rêkxistinkirî bi hizra “J.K” û Hizba Dêmokrat û Komara Kurdistanê ye ku rêkxirava Ciwanan wek mîratgirê vê serweta mezin e, biryar daye ku tevî micidbûn li ser wan nirx û pirensîpan, dost û berdengên zêdetir bo xwe peyda bike.

Qonaxa nû ya xebatê de emê bi tekoşîna rêkxiravî û komîserhevkirina hêz û şiyana wan ciwanan li hemû meydanên xebatê de, rijd bikin û dest li nav destê hev bo yek armancê emê bixebitin. Emê bixebitin ku sîbera sitemek netewî û civakî bi ser Kurdistan û ciwanên Kurd nehîêlin û serbestiyê bi dest xwe ve bînin.

Li dawiyê de em serê rêzê li hember wan hemû şehîdên ku li qonaxên cuda de li refa Yekîtiya Ciwanên dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê de xebat kirine, ditewînin.

Serkeve xebata rizgarîxwaziya netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê

Serkeve Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê

Kongireya 9 a Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê

19ê Îlona 2025 a Zayînî