Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehiya rêjîmê êrîş kirine ser xisarpêketiyên malî yên şirketa Saîpa yê

11:01 - 21 Îlon 2025

Li navbera 7 heta 10 heyv berî niha, hejmareke zêde ji xelkê maşînên cura Şahîn ji kompaniyaya Saîpa yê kirîne ku heta niha jî vê şirketê, maşînên wan nedane wan û her carê bi hêcetek direvîn, hewla bêdengkirina wan pêşkirên maşînan dane, lê li roja Şemiyê, dehan kes ji wan pêşkiriran li rûberûyê ofîsa firotina vê şirketê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê di cihê binçavkirina birêveberên gendel û çewtekar ên vê şirketê, êrîş kirine ser wan pêşkirên maşînan û tevî reftara tundûtîj gef li wan xwarine.

Her li vê rojê de xwazyarên karpêdana wezareta perwerde û hînkariya rêmê jî kombûna nerizayetiyê lidar xistine.

Kedkarên pîşeya pola ya girûpa “millî fûladê Îranê” li bajarê Ehwazê de ku zêdetir ji 2 heyv e heqdestê xwe wernegirtine, 8 mîn roja kombûna xwe ya nerizayetiyê bi rêpîvana nerizayetî, bi rê ve birin.