Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin

10:57 - 21 Îlon 2025

Bi sedema bi barimtegirtin û revandina xelkê Hindistanê li Îranê, Wezareta Derve ya Hindistanê bi belavkirina daxuyaniyekê rû bi xelkê xwe, bi tekezî û micidî huşdar da ku hay ji ragihandinên karpêdanê ên saxte li Îranê de bin ku li jêr navê karpêdan, xelkê Hindistanê bo Îranê radikêşin û wan direvînin û bi barimte digrin û daxwaza dirafekî gelek zêde li hember azadkirina wan de dikin ku çendîn mînak li wan heyvên dawiyê de qewimîne.

Herwisa dewleta Hindistanê ragihand ku li vê derheqê de daxwaza garantîkirina ewlehiya canî ya welatiyên xwe ji navendên pêwendîdar ên rêjîma Îranê kirine ku heta niha rêjîma Îranê ti bersivek nedaye wan û li peydakirina wan barimteyan de ti alîkariyek digel Hindistanê nekiriye û ti giringiyek nedaye canê xelkê Hindistanê û herwisa daxwaza fermî ya dewleta Hindistanê.