
Rêjîma Îranê bo çewtekarî û bi hêceta dorpêçan, heqê endametiya xwe li “UNESCO”yê nade û berpirsên wezareta “mîrasa ferhengî ya rêjîmê” îdia dikin ku dorpêç bûne sedema nedana mafê enmdametiya salaneya rêjîma Îranê.
Li vê derheqê de “Elîriza Îzedî” birêveberê giştî yê tomarkirina “mîrasê Ferhengî“ yê rêjîmê îdia kiriye ku dana heqê endametiya Îranê bi UNESCOyê bi sedema rewşa dorpêçan, tûşî pirsgirêkan bûye û herwisa nikare dirafê endametî ya UNESCOyê dabîn bike.
Pêka gotina hinek karnasan, nedana dirafê endametiya UNESCO dibe sedem ku Şûnwarên dîrokî û darayiya sirûştî ya Îranê neyêne tomarkirin ku bi awayek rêxeşkirin bo jinavbirina wan şûnwarên dîrokî ye.