
Serokê rêkxistina Heşda Şe`ibî, di biryarnameyekê de hêla kar û kiryrên vê rêkxistinê diyarî kirin ku xala herî girîng bêpar kirina vê ji peywendiya siyasiye.
Di vê biryarnamê de hatiye ku Heşd dibe hemî binke û defterên xwe di nava bajaran de nehêle û çalakiyên siyasiye xwe rawestîne.
Ev biryara nû di derheq çalakiya Heşd Şe`ibî gorî yasaya pejirandî di yasayî kirina vê rêkxistinê de hatiye darêtin. Hekî heşd wan 10 xalên biryarnamê berçav negire, dê jêpirsîn jê bête kirin.
Çend xalên herî girîng di vê biryarê de ewin:
Hemî teqm û girûpên bi navê heşd di Îraqê de hene, divê hemî xwe di yêk rêkxistinê de kom û têkel bikin.
Qutkirina heçî çalakî û peywendiyekî siyasî di gel her girûp û aliyekî navxweyî û derve.
Dana hemî belge û biryarên peywendî bi vê rêkxistinê bi Kumîta bilind.
Hemî Meqer û defterê Heşdê û teqmên wê di nava bajaran de.
Tevlîkirina hêzên çekdare Heşdê, di gel hêzên çekdare Îraqê, bi fermandehiya giştiye hêzên çekdar.
Heçî girûp û taqmekî heşdê ger wan xalan berçav negre, dê bikeve ber cezayê.