Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima telaq di Îranê de ew qas zêde ye

12:54 - 26 Kanûna Paşîn 2013

Sefye xaldî
Li despêka peydabûna mirovan li ser topa erdê heta niha hertim jin û mêr bihevre jiyane û zarok çêkirine, di çarçovekê de bi navê malbatê di gel yasayên rêk û pêk û pir ji evîn û hezkirin jiyan bi xweşî meşandine, bona ku mirovan di ser du qatan de parve bikin: Jiyana berî zewacê û jiyana piştî zewacê.
Dema mirov biryar dide ku bizewice, di heman demê de berpirse li hember biryara xwe, jiyana mirov pişk dibe û bi tenê çênabe ku di qonaxên jiyanê de biryaran bide û bixebite, jiber ku ew naçare raya hevala/ê xwe jî bipejirîne û bikar bîne.

zewacê wateyek serekî heye bi navê parastina nifş, ger ku zewcîn tunebe û têkiliyên jin û mêran kêm bin, sedî sed pêşeroja mirovan metirsîdar e, herwusa zewac tîcaret nine, hekî zewacê wek girêbest lê binêrin, gelek berçave ku temenê wê kurt e, û tenê bûyera nexweş ku rû dide bûyera telaqê ye.
Telaq hîsa têkçûn û tinêtiyê û bextreşiyê dide însanan, lê gelek jin û mêr piştî telaqê dilxweş dibin, çûnkî jiyana hewseriya wan şaş bûye, bûyera telaqê gelek sebeb û sedemên cur bi cur hene.

Di wan salên davî û di gel pêşveçûna jiyana bajarî û guhertinên şêweya jiyana sunetî ber bi jiyana modern ve, sîstema malbatî digel guhertinên cur bi cur berbirû bûye, bi awayekî bûye sedema zêdebûna hijmara telaqê, kûrahiya wê babetê heya radeyekê ye ku, bi bawerîya civaknasan di îro demê de gelek zirarên malbatî siyasî, aborî, çandî, girêdayî bi pirsgirêka telaqê ve hene û bandorn nêgetîv dixe ser pêşkevtin û serkevtina civakê.

Di vê serdemê de dab û nerîtên civaka kevnar dijî civaka modêrn e, û qata nizim a civakê wan baweriyên kevnar diparêzin, qata nizim (hejar) seba neçariya jinan û xwe girêdana wan bi mêran bo vê ku bijîn û, herweha seba vê ku di nava qata nizm a civakê de, telaq karek xirab û têkçûnek mezin e bi taybet ji bo jin û zarokan û bi baveriya wan, jin namûsa mêr e û bi kultûra çend jiniyê razîtirin heya telaq û ji hev veqetiyanê, lê di qata nawendî de ku hem girêdayiya jin bi mêr re kêmtir e û hem jî piraniya mêrên wan malbatan, yan xwedî kar û kasibiyek azad in, yan karmend û xwedî pîşe ne. Di dema kêmbûn yan nedana mûçeyên karmendiyê û herweha bêkarî û tengkirina derfetên pîşeyên azad ji aliyê rejîma Îranê ve ku niha seranserê welatê Îranê dagirtiye, asta jiyana wê qata civakê nizimtir dike, û eva jî xwezayî ye ku pirsgirêk di hundirê malbatan de ser hildin.



Piraniya bûyerên telaqê di vê qata civakê de rû dide. Qata sêhemîn ku qata bilind (dewlemend)e, seba hebûna îmkanatên jiyanê û nebûna hewcehiyên madî û derûnî, kêmtir digel pirsgirêkên han berbirû dibin û, lewma di vê qata civakê de bûyera telaqê kêmtir tê xûyakirin. Li gorî zanyariyên civaknasan,di navbera pênc salên destpêka jiyana hewseriyê de telaq rû dide û ew çend sal gellek hesas û girîng in. Li gor serhejmêrî û lêkolînan, di sala 1391’an de, temenê wan mêran ku tûşî bûyera telaqê dibin 25 heya 29 salî û temenê jinan jî 20 heya 26 salî ye, herweha nêzîkî %15 ji wan bûyeran di nava sala yêkem a jiyana hewserî de û, %50 jî di navbera pênc salên despêka jiyanê rû daye. Hijmara zewacê ji sedî sê û hijmara telaqê ji sedî 10e, û pitir ji %80 daxwazkarên telaqê, ev jin in ku temenê 15% ji wan di navbera 20 heya 24 saliyê de ne.
Piraniya civaknasan sebeba herî girîng a zêdebûna amara telaqê, vedigerînne ser nebûna nasyariya jin û mêran bi hevre û, çareseriya wê jî vedigere ser fêrkirin û nîşandana rabûn û rûniştinên baş û pêşkevtî, ku bi şêweyên cur bi cur tên bikaranîn. Bo mînak: Bi wergirtina zanyariyên mentiqî li dor mijara zewacê û herweha dab û nerîtên poztîv ên malbatî, zêdekirina dema desteserkirinê ku 9 heya 12 mehan tê pêşniyarkirin, bona zêde hevdu naskirinê, hemşêvrî di gel pspor û kesên serkevtî di vî warî de. Mixabin gellek qîz û xortên me di dema hilbijartina hevala/ê xwe, tenê giringiyê didin bejin û bal û rêçûna wê/wî û, herweha nêzîkî %40’ê ji qîzan pêş zewacê, tu gotin û mercek ji bo hilbijartina zilamê xwe nînin û dibêjin, tenê ji hevdu hezkirin girîng e!


Yek ji sebebên serek ên telaqê, pirsgirêkên aborî ye û herweha nezanî û ne xwendewarî jî bandorek mezin xistiye ser mijarê. Lê malbat jî xwe bê sûçdar nizanin, ji ber ku gellek malbat bitaybet malbatên kurd di Îranê de, girîngiyê nadin temenên zarokan û, herweha çêkirina pirsgirêkên mezin wek mareyî û kirrîna tiştên zêde û binirx û...hwd, ku di pêşerojê de dibin sedema vê yekê ku dilsarî di navbera bûk û zava de çêbe.


karkirina jinan bandorek girîng dixe ser kêmkirina amara telaqê, bi awayekî ku jimara telaqê di nav jinên ku mamoste ne ji sedî 4 ta 5 e, lê di nav jinên karmend û xwedî pêşe de %10 e, û zêdetirîn hijmara telaqê, vedigere bo jinên kebanî û maldar, ku ev jî %68 e.
Lêkolîn vê yekê diselimînin ku, têkeliyên hewserî, dilovanî, evîn, hurmet û ji hevdu fahmkirina dualî dibe sedema serkevtina jiyana hevpar. Dibe jin û mêr di têkeliyên xwe ên cinsî de, hevdu fahm bikin û derfeta nîşandana hîsa xwe bidin hevdu û, paqijî û evînê biparêzin da ku jin dilsar nebe û mêr jî şîyan hebe ku têkeliyên wan, hêminiyê bide derûna wan. Li gor çavkaniyên rijîma Îranê %78 sedemên telaqê pirsgirêkên jinsî di navbera jin û mêrên Îranê de ye. Lê mixabin ev mijar tu caran nehatiye çareserkirin, cûnkî bawerî û siyasetên xelet ên rêjîma Îranê rê li pêşiya xelkê girtiye. Siyasetên weke qedexekirina setelayt û nebûna pirogramek zanistî bona nasandina jin û mêr di warê fîzîkî û ruhî de. Heta rê ji hez û peywendiyên weke axaftin û kincên keç û kuran di civakê de digire.


Telaq di her civakekê de pirsek xwezayî ye, lê zêdebûna wê gefek mezin e. Civaka Îranê û welatên Ewropayî, bi tu awayekê wekhev nahê şirovekirin , lê mixabin xelkê Îranê, çavlêkeriyek pir zêde dike, pêşveçûn ne xirab e lê hilbijartina kultûrek ku tu zaniyarî ser wê nîne xirab e û, ne tenê dibe sedema paşvemana wan kesan belkî dibe sedema têkçuna hêminiya jiyanê jî. Niha li Tehrana pêtextê Îranê ku nîşana kultûra Îranê ye, amara telaqê di îsal de gehîşt nêzîkî 17 hezar û 846 kesan û li gor sala çîyî %6 zêdetir bûye. Baweriya jin û mêrên Tehranî di wê serdemê de bi zewaca ne fermî ber bi zêdebûnê ve dice. Zewacek ku têde bi awayek fermî nebin jin û mêr, belkî azad bin û her kes çava dixwaze jiyan bike û mal û milkê wan cuda ye û temenê zewaca piraniya wan jî kêmtir ji salekê ye. Rewşa pêywendiyên malbatî di Tehran û Elborzê de metirsîdare û civaka Îranî lawaz û tevlîheve dike, lê rijîma ku dijî mafê mirov û jin e, tu pêngavekê ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê navêje.

Dibe riyên zanistî û pêşkevtî li gor jiyana îro a xelkê cîhanê bixin pêşberî xelkê Îranê. Lewma tu kes xincî rijîma Komara Îslamî tawanbar nine, çûnkî rêjîm bi baweriyên xwe ên sunetî û derevîn xelkê hejar dixapîne û, xelkê zana jî direvin û di gel pirsgirêkên civakî weke çend jinî, zilm û zora derheq zarokan, bikaranîna madeyên hişber, qaçax û firotina jin û zarokan, bêkarî, xwekuştin û şewitandina jinan, zewaca bi zorî, tecawiz bi jin û zarokan, îşkencên jismî û ruhî bûne agir ku civaka Kurd, Turk, Ereb, ... hwd jî bişewtîne.