Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîrantî

17:42 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2022

Hesen Mukerem

Li her derî cîrantî pir girîng û xweş e, dema li mirov diqewme, cîran berî malbat an kesûkaran hawara mirov de tê, an dema bêhna mirov teng dibe dîsan her cîran e ku mirov dilê xwe jêra vedike.

 Cîrantî tenê girêdayî malbat an gundan nine, belkû heta cîrantî di welat û bajaran de jî her hemen rolê dilîze.

Bo mînak dema li welatekê erdhej çê dibe an bûyerek dilgiran diqewme, dîsan her welatên cîrann in ku berî her kesî li hawara xelkê lêqewmî de diçin an penayê didin xelkê lê qewmî.

Lê, desthilatdarên rejîma Îslamî a Îranê berewajî taybetmendiyên cîrantiyê tev digerin, bo mînak bi cihê li Îraq û Sûriye û Efxanistan û heta Tirkiyê alîkariyê bigihîjn xelkê ku bi sedema şer û aloziyên navxweyî rastî dijwariyan hatine û bûne koçber, lê bi şandina kirêgirtiyên xwe, an girûpên terorîst yên girêdayî xwe ewlehiya wan welatan dixine metirsiyê û xelkê lê qewmî û bêpena, bo berjewendiyên xwe bikar tînin.

Li Tirkiyê destpê dikim, rejîma terorîstpewer a Îranê, endamên Spaha Pasdaran û kirêgirtiyên xwe bona encamdana kiryaryên terorîstî dişîne wir.

Bo mînak di meha Rêbendana sal 1400`an a Rojî, Saziya Istixbarat Netewî a Tirkiyê bi alîkariya Saziya Dezgeha Zaniyarî ya Îsraîlê “Mossad”ê girûpek 8 kesî ya girêdayî rejîma Îranê bi sûçê darêtina pîlana terorkirina bazirganekî xwediyê du nasnameyî yê Îsraîlê li Tirkiyê binçav kirin.

An Mensûr Resûlî yek ji kirêgirtiyên rejîmê û xelkê bajarê Urmiyê ye ku, Saziya Mossad a Îsraîlê îtraf jê wergirtibûn û wî bixwe îtraf kiribû û gotibû ku Spaha Pasdaran erkê terorê li sê welatên weke Alman, Tirkiye û Holandayê pê spartiye.

Li sala 2012`an jî Wezareta Ewlehiyê ya Azerbaycanê di operasyona li dijî terorê ya hêzên ewlekariyê ku di roja 7’ê Nîsana 2012’an de bi kuştina Serhengekî Wezareta Ewlehiyê a wî welatî jêketbû, 17 kes bi fermandehiya kesekî bi navê “Weqaf Padaraf” destbiser kirbûn û vekolînan derxistin ku hin ji wan li Sûriyê û Îranê perwerdehî dîtine.

Li Sûriyê bi dana pere ji eşîrên Ereb ên sunî meseb û guhertina mesebên wan, li girûpa 47a Ketayb a Hizbulahê di bin çavdêriya leşkerî ya Îranê de li ser navê “Hac Esker” rêkxistin dike û bona gihîştin bi armacên xwe, mifahê ji wan werdigire.

Rojnameya Birîtanî ya “Observer” jî di rapora xwe ya roja 9`ê Çirya Pêşîn a sala 2021`an de nivîsibû ku, herêma “Ebû-El-Kemal”  yek ji stratêjîktirîn cihên Sûriyê ye bo çekdarên Şî`e meseb yên girêdayî rejîma Îranê ku, li Îraq û Lubnanê tînin vir û cihgîr dikin û piştî kuştina Qasim Silêmanî fermandê Spaha Quds a terorîst ji aliyê Amerîkayê ve, rejîma Îranê bona berfirehkirina vê piroseya 30 salî ya xwe û herwisa berfirehkirina hêla Şî`e li Îran û Îraq û Lubanê, hewlên xwe zêde kirin e û bi awayek berdewam li rêya çekdarên girêdayî xwe, di wan herêman de aloziyan diafirîne.

Hêjayê behsê ye ku yek ji welatiyên herêma Ebû-El-Kemal ya Sûriye ji nûçegihaniya “Observer” ya Birîtaniyayî re dabû zanîn ku, di dibistanên vê herêmê de ji dersxwanan re dîroka Îranê tê dersdan û herwisa gotibû ku li vir pêgeha Îranê li artêşa Beşar Esed jî bihêztir e.

Cîrantiya welat û neteweyan û desthilatdaran jî her weke cîrantiya mirovên asayî ye, diyar nine ku dê kengê bidawî bibe, lê ya baş eve ku mirov çi li desthilatê de be çi jî li jiyanek asayî de, divê hewl bide mafê cîrantî û mirovahiyê bo baştî û bo xêrê bicih bîne, neku rola têkderane û alozker bilîze.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine