Kurdistanmedia: Çîroka naskirî ya “Mem û Zîn”ê ji zimanê Kurdî ve bi du zimanên Îngilîzî û Almanî hatin wergerandin.
Çîroka evîndariya “Mem û Zîn”ê ji nivîsîna Ehmedê Xanî helbestvanê mezin û navdar ê neteweya me ji aliyê Feryad Fazil Umer û Navenda Lêkolîna Kurdî ve li Birlînê hate wergerandin bo ser du zimanên Îngilîzî û Almanî.
Ehmedê Xanî (1651-1707) helbestvan û nivîskarê Kurd bû. Ehmedê Xanî ji wan yekem kesan e ku li ser kurdayetiyê û netewexwaziya Kurd nivîsandiye. Mem û Zîn berhema herî naskirî û navdar ya Ehmedê Xanî ye ku çîrokeke evîndarî ye, ku di sala 1692`an bi zarawayê Kirmancî hatiye nivîsandin.
“Mem û Zîn” çîroka evîndariya dilêş ya kurekî ye bi navê Mem, û keçekê bi navê Zîn, ku Ehmedê Xanî helbestvanê mezin ê neteweya me, di sala 1692`an de, li ser bingeha çîrokek rastîn bi zarawayê kirmancî nivîsandiye, û kiriye mesnewiyeke binirx û dirêj.
Xanî bûyerên nav dastanê di 2550 xetan de darêtiye. “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî yek ji berhemên herî girîng ên wêjeya kilasîk ya zimanê Kurdîye. Yekm car di sala 1919`an de li Stenbolê hatiye çapkirin, û Hejar helbestvanê neteweya Kurd her bi vehunandin ew yek wergerandiye ser zarawayê Soranî.
Berhemên Xanî pêk tên ji: Eqîdeya Îmanê, bi pexşan û vehunandin, li ser pênc pêpkên îmanê ye di Îslamê de. Di sala 2000`î de li Swîdê hatiye çapkirin.
Nûbuhara Biçûkan, sala 1683, ferhengoka Erebî-Kurdî ye ku bi helbest bo zarokên Kurdî daniye, ku fêrî zimanê Erebî bin, ku wê serdemê, zimanê dîn û zanistê bûye. Yekem car di sala 1919`an de li Stenbolê çap bûye.
Dîwana Ehmedê Xanî ku pêk tê ji xezel û qesîdeyan, ji aliyê Ebdulrehmanê Durre ve hatiye şirovekirin.